Di 12’ê Cotmeha 1492’an de sê keştîyên Îspanî, di bin seroktîya Christopher Columbus de, giheştin giraveke ku îro wek Bahama tê zanîn.
Your browser doesn’t support HTML5
Di 12’ê Cotmeha 1492’an de sê keştîyên Îspanî, di bin seroktîya Christopher Columbus de, giheştin giraveke ku îro wek Bahama tê zanîn.
Salvegera wê bûyerê, ku her sal li Amerîkayê wekî Roja Columbus tê pîroz kirin. Wê rojê ku îro wek Guhertina Kolombos tê zanîn, danûstendineke gerdûnî ya berfireh, ya xwarin, ajal, nebat, gel û nexweşîyan da destpê kirin ku cîhan veguherand. Jiber vê sedemê, 1492 ji alîyê gelek dîrokzanan ve wek sala herî girîng ya dîroka cîhana nûjen tê hesibandin.
Niştecihên cîhanê ji sala 1492’an vir ve çar qat pirtir zêde bûne, di navbera salên 1650 û 1850’an de du qat zêde bibûn. Tevî ku jibo zêdebûneke wî rengî hejmareke sedem hene, dîyar e ku ya herî girîng zêdebûn û pêşveçûnên dabînkirina xwarinê ye. Tevlêbûn û hatina xwarinên xwecî yên Amerîkî yên wekî garis (genimok), kartol (patat), firengî (tematos/bacana sor), fistiqa binerd, ananas, bîber û kakao faktora herî girîng bû.
Patat jibo kesên hejar li navend û bakurê Ewrupayê bû çavkanîya herî girîng ya xwarinê. Garis û rihe gîyayek bi nave manyok di sedsala şazdehan de derbazî Afrîqayê bûn û şûna berhemên kevneşopî yên Afrîqî wekî nebatên bingehîn yên herî girîng yên parzemînê girtin.
Hatina berhemên xwarinê yên Cîhana Nû bo Çînê, bi taybetî karol, genimok û fistiqên binerd, di navbera salên 1500 û 1650’an de bû sedema zêdebûna mirovan.
Danûstandinên Kolombos gerdûnî bû, xwarinên nû giheştin her quncikeke cîhanê. Berîya sala 1492’an, li Florîda porteqal, li Ekvadorê mûz, li Macarîstanê jî îsot (bîber) tunebû. Bi saya danûstandinan, firengî hatin Îtalyayê, qehwe giheşt Kolombîya û Endonezyayê, ananas hat Hawaiîyê, darên lastîk Afrîqayê, bîber bo Tayland, Çîn û Hindistanê û çîkolata jî hat Swîsreyê.
Giheştina sê keştîyên biçûk ji giraveke li Bahamayê, di pêvajoya dîrokê de guhertineke behempa pêk anî. Wê siberoja mirovatîyê ya sedsalên dûra tê guherî, ne tenê jiber peydakirina parzemîneke nû, lê jiber ku wê rêyên têkilîyên bi rêkûpêk di navbera nîvqadên cîhanê de vekir û rêkên bazirganîyê vekirin, danûstandina ramanan pêş xist û rêyên têkilî û hevdîtinên di navbera kulturan de afirand.
Di sala 1492’an de gelên cîhanê destpê kir ku wek civakeke gerdûnî werin cem hev.