Şerê Cîhanê yê Duyê di 2’yê Îlonê da bi fermî li Pasîfîkê bi dawî bû, û bi wî awayî ceng di cîhanê de jî bi dawî bû.
Your browser doesn’t support HTML5
Şerê Cîhanê yê Duyê di 2’yê Îlonê da bi fermî li Pasîfîkê bi dawî bû, û bi wî awayî ceng di cîhanê de jî bi dawî bû. Di wê rojê de, 75 sal berê, belgeyên fermî yên teslîmbûna bê şert û merc ya Japonyayê ji alîyê nûnerên Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Japonyayê ve di keştîya USS Missouri de ku li Bendera Tokyoyê girêdayî bû, hate îmza kirin.
Bi teslîmbûna Almanyayê di 8’ê Gulanê de, Cengê Cîhanê yê Duyê li Ewrupayê bi dawî bû. Lê, li Pasîfîkê şer bi dijwarî devam dikir û heta Japonya çekên xwe nedane şer bi dawî nebû.
Di 26’ê Tîrmehê de, deh roj piştî Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê bombeya atomê bi serketî ceribandî, serokên Hevpeymanîyan Deklerasyona Potsdamê nivîsîn, ku belgeyek bû mercên teslîmbûna Împaratorîya Japonyayê di wê de hatibûn darêştin. Heke Japonya pêşniyarê red bike, ew dê "bi têkbirinek tevahî zarareke mezin bibîne." Japonyayê ew hişdarîye red kir.
Jiber vê yekê pêwîst bû ku Japonya li meydana ceng were têkbirin, ew jî bi awayekî wekirî karekî metirsîdar bû. Zêdetirî sê salan, Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wê yên li Pasîfîkê di dîrokê de cengên herî giran yên deryayî digel Japonyayê kirin. Li seranserê Giravên Pasîfîkê cengên giran çêbûn, ku bi gelemperî bi xwekûjîya girseyî ya leşkerên têkçûyî yê Japonyayê û sivîlan wekhev hatin encamdan, Jiber wê yekê fermandarîya Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê qane bû ku dagirkirina Japonyayê dê bibe sedema mirina gelek kesan ji her du alîyan.
Jiber wê hindê biryar hate girtin ku ceng divê bi lez û bez û bi dirustî dawî bibe. Piştî ku belavokên derbarê êrîşên esmanî yên nêzîk havêtin xarê û bang li gelên sivîl hat kirin ku bajaran berdin, Welatên Yekbûyî yên Amerîka di navbera sê rojan de du bombeyên atomê avêtin ser du bajarên Japonyayê. Di dawîyê de, rêberîya Japonî qane bû di şerî de ser nakevin, û di 14'ê Tebaxê de, Împaratorê Japonyayê Hirohito ragihand ku Japonya dê teslîm bibe.
General Douglas MacArthur, ku li ser navê Hevpeymanan teslîmbuna Japonyayê qebûl kirî, piştî merasîma li keştîya USS Missouri got "Îro çek bêdeng in".
"Trajedîyek mezin bi dawî bûye. Serkeftinek mezin hatiye dest xistin. Êdî ji esmanan mirin nabare, li deryayan tenê bazirganî heye, mirov li her derê bi serbilindî di bin rojê de dimeşin. Di tevahîya cîhanê de aramî û aşitî heye. Mîsyona pîroz hatiye cih… "
"Wêneyeke nû ya cîhana azadkirî hatiye herêma Pasifîkê. Îro, azadî li pêş e û demokrasî dimeşe. Îro, li Asyayê û her wiha li Ewrupayê gelên ji zîncîrên xwe xilas bûyî tama şîrînîya azadîyê û rehetîya ji tirsê xilasbûnê werdigrin.
Di 2’yê Îlonê, sala 1945’an de, Cengê Cîhanê yê Duyê bi awayekî fermî bi dawî bû û serdemekî nû destpê kir.