Accessibility links

Breaking News

Li Neteweyên Yekbûyî Serketina Jinan û Civaka Sivîl


Di 14'ê Rêbendanê de Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî biryara derxistina Îranê ji Komîsyona Rewşa Jinan da.

Li Neteweyên Yekbûyî Serketina Jinan û Civaka Sivîl
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:39 0:00

Di 14'ê Rêbendanê de Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî biryara derxistina Îranê ji Komîsyona Rewşa Jinan da. Balyoza Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda-Thomas Greenfield got ku bandora vê çalakîyê "dê li seranserê cîhanê deng vede" û destnîşan kir ku ev hewla bi pêşengîya Amerîkayê "bersiva banga dengên civaka sivîl e li Îranê."

Ew çalakîya dîrokî wek bersivdana zordestîya sîstematîk ya rejîma Îranê ye li ser jin û keçan, û hovîtîya rejîmê li dijî xwepêşanderên aştîyane yên ku li seranserê Îranê daketine ser cade û kolanan, bi sedema kuştina Mahsa Amini ya 22 salî di binçavkirina polîsan de di meha Îlonê de.

Balyoz Thomas-Greenfield got: "Hikûmeta Îranê belkî difikirî ku mirina Mahsayê tenê hejmarek din be."

"Lê vê carê - vê carê - cûda bû. Du nûçegihanên jin yên wêrek Nîloufer Hemedî û Elaheh Mihemedî çîroka wê vegotin. Û dema ku xelkê Îranê ew bihîst, gotin êdî bes e. Jin û mêrên Îranî, ji hemî etnîsîte û çînên civakî, jibo protestoyê rabûn ser pîya. Wan mafên xwe yên bingehîn yên mirovî xwestin. Bi qîrîna hêsan ya xwepêşandanê jin, jîyan, azadî ew hatin cem hev.”

Di hewleke neserkeftî de jibo tepeserkirina dengê gelê Îranê, di heyama sê mehên borî de, hikûmetê bi hezaran xwepêşanderên aştîyane binçav kirin û îşkence kirin; bi sedan kuştin; û cezayên tund, di nav de cezayê darvekirinê, piştî dadgehên sexte derxistin.

Şêwirmendê Ewlehîya Netewî Jake Sullivan di daxuyanîyekê de got ku dengdana jibo derxistina Îranê ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li ser rewşa jinan "nîşanek din ya lihevhatina navnetewî ya li ser Îranê û daxwazên berpirsîyarîyê ye."

Di nav kiryarên din de, wî bal kişand ser “biryara bixêrhatina” meha borî ya Ciwata Mafên Mirovan ya Netewên Yekgirtî bo pêkanîna komîsyoneka vedîtina rastîyan jibo lêkolînê li ser kiryarên hovane yên rejîma Îranê li dijî gelê xwe, û 8’ê Kanûnê jî daxuyanîyeke hevbeş ji alîyê 9 welatan ve, ku Îran şermezar kirî jiber destdirêjîya armanc kirî ya ser înternetê ji alîyê rayedarên Îranê ve li dijî xwepêşanderên jin. Wî banga şopandina "hemû mekanîzmayên berpirsyarîyê li dijî rejîma Îranê û berpirsên wê" kir jiber hovîtîyên ku wan kirine.

Piştî dengdana li ser derxistina Îranê ji Komîsyona Rewşa Jinan, balyoz Thomas-Greenfield ev roj wek rojeke mezin bi nav kir. Wê di berdevamîya axivtina xwe de got “Em jibo Mahsa rabûn ser pîya… Em jibo jinan, em jibo jîyanê û em bo azadîyê rabûn ser pêyan."

XS
SM
MD
LG