Accessibility links

Breaking News

Li Tehranê Mirinek Hovane


Jîna Mahsa Emînî
Jîna Mahsa Emînî

Mahsa Emînî ya 22 salî ji herêma Kurdistana Îranê di 13ê Îlonê de ligel malbata xwe serdana Tehranê kiribû. Dema ku Mahsa digel endamên malbata xwe ji metroyê derdiket, ji alîyê polîsên ahlaqî ve li Tehranê bi hinceta ku hîcab “nebaş” li xwe kirîye hat girtin û birin bo Navenda Girtîgeha Vorzara. Sê roj şûnda hat gotin ku mêjîyê wê mirî ye. Medyaya girêdayî dewletê îdia kir ku Emînî krîza dil derbas kirîye; lê malbata wê dibêje ku tenduristîya wê gelek baş bû.

Hadî Qaîmî, rêvebirê sazîya navdar ya nehikûmî ya Navenda mafên mirovan bo Mafên Mirovan li Îranê, got Emînî “di bin navê qanûna hicabê ya bi darê zorê ya dewletê de hatiye girtin û piştî demekê kurt mirîye. Ji mirina wê hikûmet berpis e û herwiha bo zilma bi dehan salan ya ser jinan, desteserkirina wan û zerera li wan hatiye kirin, di bin navê vê qanûna cudaxwaz û dijmirovî hikûmet berpis e.

Li gelek bajarên Îranê, li Tehranê û li Herêma Kurdistanê jî, xwepêşandan hatin lidarxistin li dijî reftara digel Emînî hatiye kirin ji alîyê rayedaran ve. Xwepêşanderên aştîyane rastî tundîyê hatin û Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan, ku rêxistineke çavdêrîya binpêkirinên mafan dike li Îranê, nasnameya herî kêm 54 xwepêşanderan dîyar kir ku di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Kuştina hovane ya Emînî di bin destên polîsan de ji alîyê Amerîkayê, Yekîtîya Ewrupî û Neteweyên Yekbûyî ve hate şermezar kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyanîya xwe ya li ser Twitterê de got, "Mahsa Emînî divê îro sax ba. Li şûna wê, Amerîka û gelê Îranê şîna wê digirin. Em bang li hikûmeta Îranê dikin ku dawî li zilma xwe ya sîstematîk ya li ser jinan bîne û rê bide xwepêşandanên aştîyane.”

Di preskonferansekê de, Şêwirmendê Ewlehîya Netewî Jake Sullivan got, "[Mirina Emînî] tepeserî û hovîtîya rejîmê nîşan dide ku jineke tenê dixwaze mafê xwe yê bingehîn bi kar bîne dikare bi vî awayî bimire. Û ne ecêb e ku em dibînin ku mirov ji her beşên jîyanê li Îranê dadikevin kolanan û bi tundî li dijî wê yekê derdikevin û dibêjin ev ne ew civak e ku ew dixwazin tê de bijîn.

Şêwirmendê Ewlehîya Netewî Sullivan got: "Ew ne li gorî berpirsîyarîyên tu welatekî ye li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan." "Û ew tiştek e ku Amerîka dê bi tundî û bê guman li dijî biaxive."

XS
SM
MD
LG