Accessibility links

Breaking News

Roja Kolombo 2020 – Pêguherîna Kolombo


Di 12’ê meha deh, sala 1492’an da, sê keştîyên Îspanî, di bin serkêşîya Christopher Columbus, giheştin giravekê ku îro wek Giravên Bahama tên zanîn.

Roja Kolombo 2020 – Pêguherîna Kolombo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00
Direct link

Salvegera wê bûyerê, ku her sal li Welatên Yekbûyî yên Amerîka wekî Columbus Day anku Roja Kolombo tê pîroz kirin. Di wê rojê de jibo xwarin, kejal, nebat, gel û nexweşîyên ku cîhan guherandibûn, pêguherîneke cîhanî ya berfireh destpê kiribû, ku îro wek Pêguherînên Kolombo tên zanîn. Jiber vê sedemê gelek dîrokzan sala 1492’yê wek sala herî girîng ya dîroka cîhana nûjen dibînin.

Nifûsa cîhanê ji sala 1492’an vir ve ji çar qatan pirtir zêde bûye û di navbera 1650 û 1850’an de du qat zêde bûye. Tevî ku gelek sedemên din jî hene, jibo mezinbûneke wisa zêde, bi awayekî vekirî dîyar e ku tiştê herî girîng dabînkirina xwarinê mişe û çêtir e. Zêdekirina xwarinê bi nebatên Amerîkî yên xwecîhî yên wek genimok, kartol (patates), firengî (bacan), fistiqa erdê, manyok (manî), ananas, îsot û dendikên kakao sedema herî girîng bûn.

Sêvik yan jî patat jibo feqîrên li navend û bakurê Ewrupayê bû çavkanîya xwarinê ya herî girîng. Genimok û manyok, di sedsala şanzdehan da hatin Afrîqayê û ketin şûna berhemên Afrîqayî yên heyî û li wê parzemînê bûn xwarinên herî girîng.

Hatina berhemên xwarina Cîhana Nû bo Çînê bi taybetî kartol, genimok û fistiqa erdê di navbera 1500 û 1650an de bû sedema zêdebûna nifûsê. Di sedsala hejdehan de pirtir ji yek ji sêyan ji nifûsa cîhanê li Çînê dijîya.

Pêguherîna Kolombo gerdûnî bû, xwarinên nû giheştin her goşekî cîhanê. Berî sala 1492’an, li Florida ti portaqal, li Ekvador ti mûz, li Macaristanê ti paprika tunebûn. Pêguherînan, bacan anîn Îtalyayê, qehwe anîn Kolombîya û Endonezyayê, ananas anîn Hawaii, darên kauçuk birin Afrîqayê, îsot birin Tayland, Çîn û Hindîstanê û çîkolata anîn Swîsreyê.

Giheştina sê keştîyên biçûk li ser axa giravekê li Bahama di pêvajoya dîrokê de guhertineke nedîtî pêk anî. Wan keştîyan sibêroja mirovahîyê jibo sedsalên pêş guhert, ne tenê jiber dîtina parzemîneke nû, lê jiber ku têkilîyeke rêkûpek di navbera parzemînên cîhanê de çêkir, pêşîya bazirganîyê vekir, rêya danûstandina ramanan, pêwendî û hevdîtinên navbera çandan vekir.

Di sala 1492’an de, gelên cîhanê, wek civakeke gerdûnî, dest bi nêzîkbûna hevdu kir ku ew jî jibo hemî gelan tiştekî baş e.

XS
SM
MD
LG