Accessibility links

Breaking News

16 Rojên Çalakîyê - Rakirina Tundîya Ser Bingeha Zayendî


Şazdeh roj di navbera Roja Têkoşîna Dijî Tundîya Ser Jinê ya Navnetewî ku di 25'ê Mijdarê de tê pîroz kirin û Roja Mafên Mirovan ya ku di 10'ê Rêbendanê de tê pîroz kirin, jibo hişyarkirina tundîya li ser bingeha zayendî û peydakirina rêyên bi bandor jibo pêşîgirtin û jinavbirina wê tundîyê hatine terxan kirin.

16 Rojên Çalakîyê - Rakirina Tundîya Ser Bingeha Zayendî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00
Direct link

Şazdeh roj di navbera Roja Têkoşîna Dijî Tundîya Ser Jinê ya Navnetewî ku di 25'ê Mijdarê de tê pîroz kirin û Roja Mafên Mirovan ya ku di 10'ê Rêbendanê de tê pîroz kirin, jibo hişyarkirina tundîya li ser bingeha zayendî û peydakirina rêyên bi bandor jibo pêşîgirtin û jinavbirina wê tundîyê hatine terxan kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyanîyeke nivîskî de got, "Ji sê jin û keçan yek dê di jîyana xwe de rastî tundîya zayendî anjî fizîkî were û ji % 70 jin di şert û mercên mirovahîyê de rastî tundîya zayendî tên." "Tundîya li ser bingeha zayendî ya li dijî kesên LGBTQI+, kesên astengber, endamên civakên etnîkî û nijadî yên hatine lawaz kirin, û li dijî kesên pîr û endamên nifûsên din yên kêmahî jî berbelav in û bi giştî dadwerî jibo kesên sax mayî nayê cibicih kirin."

Li gor Neteweyên Yekbûyî, îro li seranserê cîhanê mafên jinan di bin êrîşan de ne. Bizavên dijî-jinan û êrîşên li dijî parêzvanên jin yê mafên mirovan û çalakvanên jin zêde dibin. Di rewşên nakokî û krîzan de, jin û keç bi awayekî pir mezin bi tundîya li ser bingeha zayendî re rûbirû dimînin. Tundîya onlaynî ya ser bingeha zayendî zêde dibe û şêwazên tundîyê yên heyî jî zêde dike û dibe sedema derketina yên nû. Qanûnên li dijî tundîya malbatê lawaz dibin, hikûmet li hember xwepêşanderên dijî tundîya ser bingeha zayendî hêzê bi kar tînin û rêxistinên mafên jinan her ku diçe lawaz dibin.

Digel vê yekê jî, tundîya li ser bingeha zayendî dikare were ravestandin. Bizaveke jinan ya bi hêz û xweser yekane rêya herî girîng ya guhertina vê sîyasetê ye, jiber vê yekê ji her dema girîngtir e ku bo bizav û parêzvanên jinan yên li çaralîyê cîhanê hevgirtinê nîşan bidin. Girîng e ku bawerî ji kesên ku ji tundîya li ser bingeha zayendî rizgar bûne, were kirin û herwiha ew werin destek kirin. Helwestên ku neheqîyê xurt dike, nefreta dijî jinan wek, zordestî, destdirêjîya zayendî - onlaynî û oflaynî - didomîne divê were dîyar kirin. Divê zilamtîya jahrîn neyê pejirandin.

Di heman demê de, stargeh, şêwirdarî û piştgirîyên din yên girîng yên ku dikarin cûdahîyê di navbera jîyan û mirinê de çêbikin, divê bo kesên ku ji tundîya li ser bingeha zayendî rizgar bûne, werin dabîn kirin. Herwiha divê rêyên parastinê yên jibo pêşîgirtin û bersîvdana tundî, destdirêjî, gef, tirsandin û cudakarîya li hemberî jinên parêzvanên mafên mirovan werin xurt kirin.

Jibo ku em van hemûyan pêk bînin, pêdivîya me bi zêdetir jin û hevalbendên mêr di cîhên biryardanê de heye û divê rêberên jin jî baş werin parastin jiber ku ew doza guhertinê dikin.

Tundîya ser bingeha zayendî pir caran di nav civakeke dîyarkirî de asayî dibe. Ev yek dibe sedem ku desthilatdar mafên mirovî yên jin û keçan, bi hemû cihêrengîya wan nas nekin û dema ku ev tawan têne kirin, bê ceza bihêlin. Amerîka pabend e ku ronahîyê bide ser tundîya li ser bingeha zayendî û jibo tunekirina wê digel hevkarên xwe bixebite.

XS
SM
MD
LG