Accessibility links

Breaking News

Helebçe, Saddam Hisên û Zordarên Din


16’ê Adarê salvegera 34’an ya yek ji gunehkarîyên herî xerab yên dijî mirovahîyê bû di dîrokê de: kuştina bi gazên jahrîn ya sivîlên Îraqî ji alîyê serokê wî welatî Saddam Hisên ve.

Helebçe, Saddam Hisên û Zordarên Din
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

16’ê Adarê salvegera 34’an ya yek ji gunehkarîyên herî xerab yên dijî mirovahîyê bû di dîrokê de: kuştina bi gazên jahrîn ya sivîlên Îraqî ji alîyê serokê wî welatî Saddam Hisên ve.

Di sala 1988’an de, Saddam Hisên dest bi helmeta el-Enfal kir û pismamê xwe, Elî Hesen el-Mejîd bi cîbicîkirina wê erkdar kir. El-Enfal sîyaseta erdê şewitî bû ku hatibû danîn ji bo têkbirina serhildanekê li bakurê Îraqê-bersiva xwecîhî ya 5 salên tepeserkirina li dijî pêkhateyên netewî.

Şeva 16’ê Adarê, piştî rojeke topbarankirinê ku tê de derî û pencereyên tevahîyan bajarê Kurdî Helebçe şikestin, helîkopter û firokên Îraqê çekên kîmyayî bi ser bajêr de berdan. Madeyên kîmyayî yên ku ji bê girantir in, li nav avahîyên wêranbûyî belav bûn û sivîlên ku xwe di nav wan avahîyan de veşartibûn kuştin.

Dora 3,500 heta 5,000 kes wê rojê li Helebçe mirin. Ew car yekê bû di dîroka nûjen de ku hikûmetek bi çekên kîmyayî êrîşa gelê xwe dikir.

Di nava salekê de helmeta el-Enfal zîyan gihande jîyana 100,000 kes ku piranîya wan sivîl bûn. Elî Hesen el-Mecîd, ku ji wê demê ve bi Elî el-Kîmyayî hate nasîn, kiryarên hovane yên bêhtir kirin, di nav de jî zordarîya li dijî serhildaneke Şîayan di sala 1991’an de jî hebû.

Dema ku rejîma Saddam Hisên hate rûxandin, Elî el-Kîmyayî hate girtin, dadgeh kirin û sûcdar kirin bi jenosîd û gunehkarîyên dijî mirovahîyê û ji ber wan gunehkarîyan ew hate sêdare kirin.

Dadgehkirinên gunehkarîyên şer piştî Şerê Cîhanî yê Duyê bi vekolînên li dor kiryarên alîyên şer û serkirdeyên wan encam dan, bi taybetî serederîya wan bi sivîlan re. Ji wê demê ve, di dawîya şeran de, ewên ku gunehkarîyên şer ya gunehkarîyên dijî mirovahîyê kirine tên kifş kirin, tên girtin, li pêş dadgeheke navnetewî tên dadgeh kirin û bi zindankirina demdirêj tên ceza kirin. Ew bû çarenivîsa gunehkarên şer ji Yugoslavya, jenosîda Rwanda û jenosîda Kambodyayê.

XS
SM
MD
LG