Accessibility links

Breaking News

Divê Hamas li Tirkîyê Neyê Pêşwazî Kirin


Erdogan û Heniyeh (Arşîv)
Erdogan û Heniyeh (Arşîv)

Di demên dawî de Welatên Yekbûyî yên Amerîka nerazîbûna xwe ya tund nîşanî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da jiber ku li 22ê Tebaxê wî mêvandarîya du rêberên Hamas kir li Stenbolê.

Divê Hamas li Tirkîyê Neyê Pêşwazî Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00
Direct link

Di demên dawî de Welatên Yekbûyî yên Amerîka nerazîbûna xwe ya tund nîşanî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da jiber ku li 22ê Tebaxê wî mêvandarîya du rêberên Hamas kir li Stenbolê.

Ev nêzîkî 70 salan e Tirkîyê û Welatên Yekbûyî yên Amerîka hevpeymanên NATOyê ne.

Ew hevbendî li ser bingehê berjewendî û rêzgirtina hevbeş e û di warên mîna ewlehî û aramîya herêmî de, hevkarîya aborî, û pêşxistina mafên mirovan de. Zêdebarî wê, Welatên Yekbûyî yên Amerîka di têkoşîna dijî terorê de, bi Tirkîyê re hevkar e. Hevkarîya li dijî terorê pêkhatê bingehîn e di hevkarîya me ya stratejîk de.

Her jiber rastîya ku welatên me di tekoşîna hember metirsîya terorîzimê de, Yekbûyî ne, Welatên Yekbûyî yên Amerîka van demên dawî nerazîbûna xwe ya tund nîşanî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan da ku di 22 Tebaxê de, du rêberên Hamas mêvandarî Stenbolê kirin.

Her wekî peyvdara Wezareta Derve ya Amereîka, Morgan Ortagus di daxuyanîyek nivîsî de dîyar kir, "Hamas ji alîyê Amerîka û Yekîtîya Ewrupî ve, wekî rêxistineke teroristê hatîye destnîşan kirin, û her du rayedarên ku Serokomar Erdogan mêvan kirin bi Terorîstên Cîhanî yên Taybetî hatine bi nav kirin."

Hamas rûxandina Îsraîllê û damezrandina dewleteke Îslamî ji Çemê Urdunê heya Deryaya Sipî kiriye armanca xwe. Armancên wê jî bi piranî sivîl in û çekên wê mûşek, bombeyên xwekujî, kêr, û tunêlên ji karên terorîstî re, ne.

Îsmaîl Henîye, mezne rêberekê sîyasî yê Hamas e, ew yek ji wan kesan e ku Serokomar Erdogan li Stenbolê bi wan re civîya ye. Gava ku navê Henîye di sala 2018an de ketî nav lîsta Terorîstên Cihanî yên Taybetî de, Wezareta Derve ew wekî serkirdeyekî terorîst bi nav kir ku ew "gefeye li ser aramîya Rojhilata Navîn, pêvajoya aştîyê ji nav dibe, û êrîşî hevalbendên me Misir û Îsraîllê dike."

Kesê duyem yê Serokomar Erdogan mêvan kirî, cîgirê serokê Hamas Salih el-Arûrî bû. El-Arûrî dest hebû di gelek êrişên terorîstî de û barimte û revandinan de. El-Arûrî ew kese bû ku berpirsîyarîya Hamasê ji êrîşa terorîstî ya 2014 ragihandî dema sê xortên Îsraîllî li Kenara Rojava revandîn û kuştîn, û wî pesna bikujan da û ew kiryar wek "operasyona qehremanî" da naskirin. Bernameya Xelatên Dadwerîyê ya Welatên Yekbûyî yên Amerîka 5 mîlyon dolaran jibo agahdarîyên alîkarîya girtina wî bikin, xelat pêşkêş dike.

Wekî peyvdara Wezareta Derve Morgan Ortagus dîyar kirî, civîna li Tebaxê duyemîn car bû ku Serok Erdogan îsal pêşwazîya rêberên Hamas li Tirkîyeyê, bike. " wê got "berdewamîya pêwendîya Serokomar Erdogan bi vê rêxistina teroristî re, "tenê xizmeta veder kirina Tirkîyê ji civaka navneteweyî dike, zirarê dide berjewendîyên gelê Filistînê, û hewlên cîhanî jibo pêşîgirtinê li êrişên terorîstî yên ji Xezeyê tên encamdan, lawaz dike. Em tim xemên xwe dîyar dikin li hembere têkelîyên rayedarên hikûmeta Tirkîyê bi Hamas re li ser bilindtirîn ast.

XS
SM
MD
LG