Accessibility links

Breaking News

Balkişandina Ser Çarenivîsa Rohîngyayê


Amerîka di dawîya Sala Darayî ya 2020an da jibo Rohîngya û Bangladeşê nêzîkî 200 mîlyon dolar alîkarîya mirovî ragihand.

highlighting-the-plight-of-rohingya
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00
Direct link

Pênc sal berê, hêzên ewlehîya Burmayê dest bi kempeynayeke tundûtîjîyê, û ramalîna etnîkî ya li dijî nifûsa xwe ya grupa etnîkî ya Misilmanên Rohîngyayê kir. Hinek êrîş di navbera meha Cotmeha sala 2016an û hinek jî meha Rêbendana 2017an de pêk hatin. Pêla duyê di Tebaxa 2017an de destpê kir. Zêdetirî mîlyonek penaberên Rohingyayî ji Burmayê revîyane.

Îro, nêzîkî 860,000 penaberên Rohîngyayî li kampeke Coxs Bazar, li Bangladeşê dijîn. 150,000ên din jî li welatên din yên herêmê, wekî Hîndistan, Tayland, Endonezya, û Malezyayê, dijîn. Nêzîkî 600,000 Rohîngyayî li Burmayê dimînin û li wê derê rûbirûyê cûdakarîyeke sîstemîk dibin. Ji wan, zêdetirî 130,000 mirov koçberên xwecîh in ku bi piranî li Eyaleta Rakaynê li kampan hatine ragirtin.

Di 22yê meha Cotmehê de, Amerîkayê konferansek hevpar li ser înternetê pêk anî, "Piştgirîya Navnetewî jibo Bersîva Penaberên Rohîngyayê," da ku neteweyên din wêrek bikin ku bi comerdî berê xwe bidin krîza berdewam û piştgirîya Amerîkayê jibo Rohingya û Bangladeşê piştrast bikin. Bi ragihandina nêzîkî 200 mîlyon dolaran ya alîkarîya mirovî di dawîya Sala Darayî ya 2020an da tevahîya alîkarîya Amerîkayê jibo bersîva wê krîzê ji Tebaxa 2020an vir ve nêzîkî 1.2 mîlyar dolaran dibe.

Konferans, hewleke navnetewî bo çareserkirina wê krîzê radixe ber çavan, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Stephen Biegun got ku digel karbidestên payebilind yên Brîtanyayê, Yekîtîya Ewrupî, û Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî hevmêvandarê konferensa ser înternetê bû.

Wî got, "Bo me girîng e ku em pêdivîyên wan kesên belengaz çareser bikin dema ku em hewlên xwe du qat zêde dikin bo peydakirina çareserîyeke domdar û mayînde jibo wê krîzê".

Wî rola hikûmeta Burmayê di afirandina mercên alîkar jibo vegera dilxwaz, biewle, bi rûmet û domdar ya Rohîngîyan bo Burmayê destnîşan kir.

"Wek pêngava yekê, [Burma] divê destûra mirovî ya bê asteng û domdar bide civakên di bin bandorê de - em dê di wê hewlê de digel we berdevam hevpar bin," Cîgirê Wezîrê Derve Stephen Biegun got. Wî her wiha dîyar kir ku bo çareserkirina sedemên bingehîn yên tundûtûjiyê li Eyaleta Rakaynê divê pirtir tişt werin kirin, di nav wan de hevkarîya jibo bidawîkirina qaçaxçitîya çek û madeyên hişbir ku demeke gelek dirêj e karînnê dide tundûtîjî û alozîya li wê eyaletê.

"Wek rêber, em bala xwe didin ser bersîva xwe ya navnetewî ya li hember êşa penaberên Rohîngyayê li Bangladeş û deverên din li herêmê, û her wiha kesên ku li [Burmayê] navxweyî koçber bûne," wî got. "Em dê kesên tawanbar yên binpêkirinên dirindane ku rû dayî, berpirs bigirin, û em dê digel [civaka Rohîngyayê] hevkarîyê bikin ku sîyasetên biryarên civaka we derbarê paşeroja we dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG