Accessibility links

Breaking News

Herî Baş Demokrasîya Lîberal Mafên Mirovan Diparêze


Peter Berkowitz, Rêvebirê Plankirina Sîyasetê li Wezareta Derve, got ku di navbera welatên ku azadîya olî diparêzin û yên ku rêzê li mafên din yên bingehîn digirin de têkilîyek heye.

Herî Baş Demokrasîya Lîberal Mafên Mirovan Diparêze
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00
Direct link

Azadîya olî mafekî bingehîn e, ku di Guhertina Yekê ya Destûra Bingehîn ya Welatên Yekbûyî yên Amerîka da cîh girtiye: "Kongre ti qanûnan derbarê damezirandineke olî yan jî qedexekirina bikarînana wê ya serbest çênake. "

Peter Berkowitz, Rêvebirê Plankirina Sîyasetê li Wezareta Derve, got ku di navbera welatên ku azadîya olî diparêzin û yên ku rêzê li mafên din yên bingehîn digirin de têkilîyek heye.

"Em pêwendîya bilind ya di navbera welatên azadîya olan diparêzin û welatên ku hemî azadîyên din diparêzin ku Welatên Yekbûyî yên Amerîka ji mêjve ye girîng dibîne, wek pirseke ezmûnî dizanin. Ew, bê guman, bi wate ye heke hun derbarê mijareke ku mirovan herî zêde ser xebat kiriye, azadîya hebûna ramanên cuda biparêzin. Ramanên cihê yên derbarê Xwedê.

Çîn, Îran û Rûsya di nav wan welatên otorîter de ne ku îdia dikin jiber ku Welatên Yekbûyî yên Amerîka mafên mirovan di nav xwe da bi tevahî naparêze, ew ne kêrhatî ye ku daxwaza wan mafan li derveyî welat bike.

Lê Rêvebir Berkowitz wê gotinê "şermezar" dike:

"Cudahîyeke bingehîn di navbera demokrasîyên lîberal yên wek Welatên Yekbûyî yên Amerîka, ku bingehê wê ser pejirandina mafên mirovan e û yên welatên wek Çîn, Îran û Rûsya, ku ramana mafên mirovan red dikin, heye… Bê guman, ez naxwazim înkar bikim ku li Rûsya, Çîn û Îranê kesên wêrek yên nerazîy hene. Em dizanin ku li wê derê hene. Lê bi tevahî destûra civaka sîyasî tuneye ku danûstandinên wisa bikin.”

Rêvebir Berkowitz got ku Daxuyanîya Serxwebûnîyê ya Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Daxuyanîya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî jibo darizandina hemî şêwazên hikûmetê standardeke gerdûnî destnîşan kiriye ku divê hemî hikûmet wê bo xwe bikin armanc.

Wî her wiha hêvîya xwe dîyar kir ku "mirov têbigehin ku ... demokrasîya lîberal, jibo parastina mafên mirovan rêya herî baş ya hikûmetê ye.

XS
SM
MD
LG