Accessibility links

Breaking News

Pêşxistina Azadîya Olî Erkeke Exlaqî ye


"Em wek netewek ji parastinên ku bi Guhertina me ya Yekê ve hate dayîn gelek sûdê werdigirin, û xwezayî ye ku em bixwazin kesên din jî dewlemendîya wê ezmûnê parve bikin," Daniel Nadel, Berpirsê Payebilind yê Ofîsa Azadîya Olî ya Navnetewî got.

Pêşxistina Azadîya Olî Erkeke Exlaqî ye
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00
Direct link

Wezareta Derve di van demên dawî da Rapora 23’an ya Azadîya Olî ya Navnetewî weşand. Berpirsê Payebilind yê Ofîsa Azadîya Olî ya Navnetewî Daniel Nadelî ew rapor şîrove kir û got, ew pabendîya rijd ya Amerîkayê nîşan didin jibo pêşxistin û parastina azadîya olî anjî bawerîyê bo hemû kesan.

Berpirsê Payebilind Nadel: tekez kir ku ew pêdîvîyeke exlaqî ye.

"Em wek netewek ji parastinên ku bi Guhertina me ya Yekê ve hate dayîn gelek sûdê werdigirin û xwezayî ye ku em bixwazin kesên din jî dewlemendîya wê ezmûnê parve bikin,"

Bo mînak, me dît ku sînorkirin anjî heta tawanbarkirina axaftin û ramanên olî ne helwesteke baş e jibo pêşvebirina dilfirehî û pêkvejîyana olî, Birêz Nadel got.

"Qanûnên kufrê bi taybetî xirabkar in û di heman demê da em nîgeran in derbarê qanûnên armanc dikin ku karînên kesekî kontrol bikin ka çi cilûbergan anjî sembolan bikin berxwe anjî qanûnên ku guhertina olî tawanbar dikin anjî yên karînên dayîk û baban sînordar dikin ku bo zarokên xwe perwerdeya olî dabîn bikin.

Birêz Nadel bawer dike ku bi rastî, kontrola zêde ya hikûmetan ser jîyana olî welatîyan ji wan hikûmetan dûr dixe û îhtîmala tundûtîjîyê zêde dike:

"Karbidest li gelek welatan bi qanûnan anjî bi sînorkirina materyalên olî ve astengkirina ramanên olî didomînin. Em nûke her gav dibînin ku hikûmet li ser înternetê heman taktîkê bi kar tînin, ku karbidest ji nêzîk ve ramanên olî ser înternetê dişopînin û sansûr dikin û kesên têkilî ramanên olî û bawerîyê dibin digirin û zordarîyê li wan dikin.

Birêz Nadel bi berdewamî hişyarî da ku cîhan jibo zilma pêkan ya girseyî li seranserê cîhanê hişyar bimîne. "Wî got di nav çend salên borî da me jenosîda DAIŞ’ê ya dijî Êzîdîyan, Krîstîyanan, û kêmahîyên din yên etnîkî û olî li bakûrê Îraqê û Sûrîyê hatîye kirin dît. Me zilma girseyî, ramalîna etnîkî jî di nav da ji alîyê artêşa Burmayê ve dijî Rohîngyayê dît. Û li Çînê hikûmet "tawanên dijî mirovahîyê û jenosîdê" li dijî " Misilmanên Uygur û endamên komên din yên kêmahîyên etnîkî û olî li Sîncanê dike."

"Welatên Yekbûyî pabend e ku hemî rêkên heyî, erênî û cezayî, bi kar bîne ku azadîya olî, pêşve bibe", Birêz Nadel ragihand. " Îro peyama me dîyar e jibo gelek kes û civakên li seranserê cîhanê ku çîrokên wan vê raporê dadigirin: Em wê dibînin, guhê me ser wê ye, û em ranewestin heta ku hûn azad bibin da ku jîyana xwe bi rûmet û bi aştî bidomînin."

XS
SM
MD
LG