Accessibility links

Breaking News

Pêşînîya Nemirovane ya Rûsya li Sûrîyê


Rûsyayê cîhê xwe xirab bi kar anî û bi tena xwe di vetokirina destûrnameyek rasterast a 12 mehan de sekinî. Dû re deqa xwe taybet pêşkêş kir, ku pêşnîyara nûvekirinê bo dema 6 mehan kurt kir. Ew pêşnîyar têk çû.

Russia Inhumane Priority in Syria
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00

Di Tîrmehê de, Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî deng li dor jinûve destûrdayîna fermana xwe da ji bo vekirina derîyê sînorî yê Bab El-Hawa yê di navbera Tirkîyê û Bakurê Sûrîyê de. Ew tenê dergehê vekirî ma ye ji bo gihandina alîkarîyên mirovî yên rizgarker bo bi mîlyonan Sûrî.

Mixabin, Rûsyayê cîhê xwe xirab bi kar anî û bi tena xwe di vetokirina destûrnameyek rasterast a 12 mehan de sekinî. Dû re deqa xwe taybet pêşkêş kir, ku pêşnîyara nûvekirinê bo dema 6 mehan kurt kir. Ew pêşnîyar têk çû.

Di 12ê Tîrmehê de, civata Ewlekarîyê di dawîyê de destûrnameyek sînorkirî ya 6 mehan ji dergeha Bab el-Hawa re derbaz kir. Amerîka û hevalbendên me yên Brîtanî û Fransî destûr dan biryarnameyê ku ev dergeh vekirî bimîne lê deng nedan ji ber ku em, rêxistinên ne hikûmî, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovahî hemîyan li hev kiribûn ku ev biryar ne bes e ji bo peydakirin û gihandina alîkarîyên pêwîst ji xelkê re.

Cîgirê Nûnerê Amerîka li Netewên Yekbûyî Richard Mills got: "Ti rewabûn, ti sedemeke pêbawer ji biryara Rûsyayê re ne bû... Ji vetokirina biryara Civata Ewlekarîyê re ku hatibûn danîn ji bo hêsankirina gihandina alîkarîyên mirovî ji zêdetirî çar mîlyon kesan re ku ji ber şerê 11 salan zehmetyîyan dikşînin."

“Pêwîstîyên mirovî li Sûrîyê ji her demê bêhtir in. Dema ku Civata Ewlekarîyê behsa vê mijarê kir, Sekreterê Giştî daxwaza alîkarîyên zêdetir kir. Ajansên Neteweyên Yekbûyî daxwaz alîkarîyên bêhtir kir. Rêxistinên ne hikûmî daxwaza alîkarîyên bêhtir kir. Bi awayekî trajîk ku dilê mirov dişikîne, gelê Sûrîyê daxwaza alîkarîyên zêdetir kir. Lê welatek biryar da ku ku pêwîstîyên mirovî nede pêş.”

Balyoz Mills bal kişand ser wê yekê ku "Ji destpêka şerê Sûrîyê di sala 2011an de, Rûsyayê 17 biryarên Civata Ewlekarîyê yên derbarê Sûrîyê veto kirin."

Di dirêjîya vê demê de, Rûsya tenê xwest ku rejîma Esed ji berpirsîyarîya binpêkirinên wê yên hovane yên mafên microvan û bikaranîna çekên kîmawî biparêze."

Balyoz Mills got, " divê civaka navneteweyî her " bikaranîneke sîyasetê di vê mijara ku bi zelalî mirovî ye red bike. Amerîka dê bi her welatekî re bixebite ku gihandina alîkarîyan ji bo kesên herî mexdûr dide pêş."

Wî got, "Werin em Sûrîyên ku ev zêdetirî deh salan e êş kişandine bi bîr bînin. Ev Sûrîyên ku xwe spartine serkirdeyan li New Yorkê da ku hewcedarîyên Sûrî li pêş sîyasetê deynin."

"Hêza me heye ku em hewcedarîyên Sûrîyan bînin pêş. Gelê Sûrîyê çaverê ye em wê yekê pêk bînin.”

Pêgirîya Amerîkayê bi gelê Sûrîyê bihêz e. Niha, divê civaka navneteweyî bibe yek û pêşî li bikaranîna sîyasetê di vê kêşeya mirovî ya zelal de bigire.

XS
SM
MD
LG