Accessibility links

Breaking News

Di Dema Êşkişana Sûrîyan de Hilbijartinên Sexte


Gelê Sûrîyê, jibo şerê ku ev deh sal in didome, hêjayî çareserîyeke sîyasî ya mayînde ye.

Di Dema Êşkişana Sûrîyan de Hilbijartinên Sexte
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00

Gelê Sûrîyê, jibo şerê ku ev deh sal in didome, hêjayî çareserîyeke sîyasî ya mayînde ye - çareserîyeke li gor Biryarnameya 2254 ya Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî. Ew biryar, ku di sala 2015’an de bi yekdengî hatibû pejirandin, nexşeyekê dîyar dike ku qanûneke bingehîn ya nû were amade kirin û paşê hilbijartinên azad û dadperwer werin kirin ku, wekî di Biryarnameyê de tê gotin, "Gelê Sûrîyê biryara siberoja Sûrîyê bidin."

Di 26’ê Gulanê de, Sûrîye dê hilbijartina serokatîyê pêk bîne; lê qanûna bingehîn ya nû nehatîye nivîsîn û hikûmeta Sûrî ti reformên berbiçav nekirine. Piştî bi dehsalan hilbijartinên sexte ji alîyê malbata Esad ve, kêm guman heye ku encam dê wekî ya hilbijartina sala 2014’an be, dema ku serok Beşar Esed % 92 dengan wergirtîbûn.

Di axaftinên dawî ya jibo Civata Ewlehîyê de, Nûnera Amerîkî li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas- Greenfield ragihand ku hilbijartina pêşîya Sûrîyê wê ne azad û adil be û ne jî gelê Sûrîyê jî temsîl bike.

"Çênekirina qanûna bingehîn ya nû destnîşan dike ku hilbijartina 26’ê Gulanê dê sexte be," wê got. "Her wekî vê Civatê bi yekdengî erkdar kiriye, divê hilbijartin li gor destûreke nû û di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de çêbe."

Di heman demê de, Balyoz Thomas-Greenfield got ku dema ku rejîma Esad hilbijartina xwe ya sexte dimeşîne, gelê Sûrîyê berdewam tengahîyan dibîne. Wê dîyar kir ku alîkarîya jîyanî ya bo wan ji alîyê hikûmeta Sûrîyê ve tê asteng kirin û neserketina Civata Ewlehîyê jibo jinûve destûrdayîna vekirina derîyên sînorî li Bab el Selam û Til Koçer (Yarubîye), ku jibo gihandina alîkarîyê bo mîlyonan Sûrîyan hatibûn xebitandin, belengazî zêde kiriye. Wê ji Civata Ewlehîyê xwest ku wan derîyên sînorî serûnû veke û jibo 12 mehan destûr bide derbazbûna li Bab el Hewa ya li ser sînorê Sûrîyê-Tirkîyê û wê dîyar kir ku ew "jibo misogerkirina gihandina xwarin, stargeh û pêdivîyên tendirustîyê gelek girîng e."

Balyoz Thomas-Greenfield herwiha bal kişand ser rewşa niştecîhên ku li kampa Rukbana li başûrê rojhilata Sûrîyê dimînin, ku 16 meh in rûniştvanên vê kampê bêyî alîkarîya bijîşkî ne, jiber ku Esad û Rûsyayê belavkirina wan qedexe kiriye.

Balyoz Thomas-Greenfield got, Welatên Yekbûyî li rex gelên Sûrîyê disekine. Wê herwiha got "Em banga çareserîyeke sîyasî bo şerê navxweyî yê Sûrîyê dikin. Û…em ji vê Civatê tika dikin ku piştgirîya gelê Sûrîyê bike û rê bide alîkarîya mirovî ku pêdivîya wan demûdest bi wê yekê heye.”

XS
SM
MD
LG