Accessibility links

Breaking News

Şanzdeh Rojên Çalakvanî yên Dijî Tundîya Ser Bingeha Zayendî


USAID ji mêjve pênasînê bi girîngiya balkişandina çend şêwazên tundîyê dike ku karîgerî li ser karînên jinan yên serketin û pêşveçûnê dike.

Şanzdeh Rojên Çalakvanî yên Dijî Tundîya Ser Bingeha Zayendî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00
Direct link

Şanzdeh rojên di navbera Roja Navnetewî ya Têkbirina Tundûtûjîya dijî Jinan, ku 25ê meha 11 tê kirin, û Roja Mafên Mirovan, ku 10ê meha 12 tê pîroz kirin, jibo kempeyna hişyarkirinê li seranserê cîhanê li dijî tundûtûjîya zayendî hatîye danan, ku li her cihekî xelk li dijî tundûtûjîya zayendî bi rêk bixe ku guhertina çêbike.

"Tundîya dijî jinan sînor û kulturan derbas dike: sê yêka jinan di jîyana xwe de tundîya zayendî ezmûn dike. Mixabin, ev hejmar di bin COVID-19ê de rabûye," Cîgirê Alîkar yê Rêvebirîya USAID John Barsa dibêje. Hevkarên USAID bilindbûna tundîya dijî jinan û keçan dîtin jiber ku qedexeya derketina kolanan dahata dabara jîyanê aloz dike û bidestxitina xwarin û tiştûmiştan bi buhayeke normal zehmet dike.

USAID ji mêjve pênasînê bi girîngiya balkişandina çend şêwazên tundîyê dike ku karîgerî li ser karînên jinan yên serketin û pêşveçûnê dike.

"Di bin Rêvebirîya Trump de, USAID hevkarîyên me bi rêxistinên nehikûmî, komên jinan, karsazîyên sektora taybet, û sazîyên hikûmetê berfireh kir ku bernameyên bi bandor pêk bînin jibo bilindkirina hişyarîyê û pêşîgirtina karvedanên xirab ya tundîya dijî jinan," Cîgirê Alîkar yê Rêvebirîya USAID Barsa got.

Wek mînak, bi rêya Stratejîya Welatên Yekbûyî yên Amerîka ya Jinan, Aştîyê û Ewlehiyê, bername dixebitin ku di hewildanên Sazîyê yên pêşveçûn û alîkarîya mirovî da jin û keçan ji tundîyê, xirabîyê û destdirêjiyê biparêze. Ji 2017an vir ve, USAID di prosesa avakirina aştîyê de rêya beşdarbûna nêzîkî 70,000 jinan vekirîye û lênerîna krîtîk, piştgirîya derûnî-civakî, alîkarîya dadgehî û ya aborî jibo pirtirî şeş mîlyon rizgarbûyên tundîya zayendî dabîn kiriye.

Lê ew bizaveke dûr û dirêj e. Sedema wê ew e ku tundîya ser bingeha zayendî gelek caran di nav civakeke dîyarkirî de normal dibe: ew jî encama pêçênebûna civak û hikûmetê ye ku mafên mirovan yên jin û keçan rûmetê bidin û binasin. Jiber vê yekê bangên çalakîyê yên wek 16 Rojên Çalakîya Dijî Tundîya Zayendî, jibo şerê têkbirina tundîya li ser bingehê zayendî pir girîng in. Ew ronîyê didin ser wê pirsgirêkê û sîyaset û kiryarên ku destûrê didin hebûna wan.

"Bo dawîkirina tundîya dijî jinan, rola me hemûyan heye ku bi cîh bînin; kêmkirina bandorên wê yên ser kesan, malbatan û civakan; û piştgirîya mafên hemî kesan,” Alîkarê Cîgirê Rêveber Barsa got.

" USAID di nav van 16 Rojan de û her roj jibo parastina rûmeta jin û keçan li seranserê cîhanê de yekhelwesît û pêgir e."

XS
SM
MD
LG