Accessibility links

Breaking News

Xurtkirina Têkilîyên Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Hîndistanê


Stephen Biegun û Wezîrê Karên Derve yê Hîndistanê S. Jaishankar (Jêder: Twitter/Jaishankar)
Stephen Biegun û Wezîrê Karên Derve yê Hîndistanê S. Jaishankar (Jêder: Twitter/Jaishankar)

"Ez ti caran derbarê paşeroja Hîndistan û Welatên Yekbûyî yên Amerîka geşbîntir nebûme,” Cîgirê Wezîrê Derve yê Welatên Yekbûyî yên Amerîka Stephen Biegun di foruma Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Hîndistanê de got.

Xurtkirina Têkilîyên Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Hîndistanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00
Direct link

"Ez ti caran derbarê paşeroja Hîndistan û Welatên Yekbûyî yên Amerîka geşbîntir nebûme,” Cîgirê Wezîrê Derve yê Welatên Yekbûyî yên Amerîka Stephen Biegun di foruma Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Hîndistanê de got.

Têkilîyên Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Hîndistanê gelek berfireh e, di nav da, hevkarîya parastin û ewlehîyê, piştgirîya bicîhkirina qanûna hevbeş, têkilîyên bazirganî û veberanînê, hevkarîya enerjîyê û hevkarîya zanist û teknolojîyê ye. Taybetî hewildanên hevbeş yên zanîngeh û kompanîyên Amerîkî û Hîndî yên jibo pêkanîna ceribandinên vaksîna vîrusa koronayê xwedî girîngîyeke taybet in.

Cîgirê Wezîrê Derve, Biegun pêwîstîya nûjenkirina hevkarîya ewlehîyê li herêma Hîndo-Pasîfîk dîyar kir. "Welatên Yekbûyî yên Amerîka nikare bibêje ku hebûna hevkarîya cîhanî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyê, ku jibo çareserkirina kêşe û metirsîya Şerê Sar hatibû ava kirin, dikare bê nûjenkirinê ser pîya bimîne. Jibo domandina nîzama azad û vekirî, pêwîst e ku têkilîyên me yên stratejîk, li gor rastîyên jeopolîtîk yên îro û sibê bin," Cîgirê Wezîrê Derve Biegun got.

Di bin hevkarîya ewlehîya nûjenkirî de, neteweyên wek "Hîndistan dê bixwazin ku parastina xwe bixwe bikin", Cîgirê Wezîrê Derve Biegun got. Di vê çarçovê de, Welatên Yekbûyî yên Amerîka hewil dide ku li seranserê herêma Hîndo-Pasîfîk karînên Hîndistanê xurt bike ku ew serwerî û demokrasîya xwe biparêze û berjewendîyên xwe pêş bixe.

Welatên Yekbûyî yên Amerîka û Hîndistan, digel Japonya û Avusturalyayê, li Hîndo-Pasîfîkê çar welatên demokratîk in ku nirx û herwiha berjewendîyên hevbeş parve dikin. "Pêkve, em nîşaneya nêrîneke piralî ne ku dê piştrast bike welatên me, û hemî welatên cûrbecûr yên herêmê, dikarin wek neteweyên serwer û serfiraz li Hîndo-Pasîfîkeke azad û vekirî pêşve biçin."

Lê wî hişyarî da ku jiber taktîkên êrîşker yên Çînê li herêmê "ev nêrîn ne encameke tekezkirî ye." Cîgirê Wezîrê Derve Biegun got ku jiber "metirsîya Çînê" hevkarîya - dualî (digel Hîndistanê) û digel welatên din jî bo avakirina ewlehîya netewan li Hîndo-Pasîfîkê pêwîst e. "

Welatên Yekbûyî yên Amerîka digel Hîndistanê ji xwe dest bi zêdekirina firotinên leşkerî ya derve û parvekirina îstixbaratê kiriye. Lê, gelek tişt hene ku werin kirin. Wek mînak: xurtkirina kapasîteya Hîndistanê ya xweparastinê, bi pêşvebirina hevkarîya her du artêşan ya bi rêya rahênanan û danûstandinên rêkûpêk, platformên parastina hevpar û pêşketina hevbeş.

"Jibo her du netewan hêvîyên mezin hene. Girêdayî me ye ku em wê derfetê xweş pêşve bibin," "Cîgirê Wezîr Biegun got.

XS
SM
MD
LG