Wezîrê Derve Pompeo jibo îmzakirina Peymana Birahîmî ya dîrokî ku têkilîyên bi Îsraîlê normal dike, pesna Bahreynê da.
Welatên Yekbûyî û Bahreynê bi dehsalan e xwedîyê têkilîyên xurt in. Di 1ê meha Berfanbarê de her du welatan dîyaloga yekê ya stratejîk û dualî, bi gotinên Wezîrê Derve Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Bahreynê Abdullatîf bîn Raşid Al Zayanî li ser înternetê destpê kir.
Wezîrê Derve Pompeo jibo îmzakirina Peymana Birahîmî ya dîrokî ku têkilîyên bi Îsraîlê normal dike, pesna Bahreynê da (Bahreyn welatê duyê yê ji çar welatên îmzakirî ye). Wî got ku bi vî rengî rêya hevkarîyê di gelek waran da wekî, geştîyarî, perwerde, bazirganî û ewlehîyê vebû.
"Mike Pompeo got ev jibo herêmê nîşana hêvîyê ye dema ku ramanên rizî û kevn paşda dihêle ku divê ti kes nexwaze lê vegere. Û ez bawer dikim dê pirtir netew rêberîya Bahreynê bişopînin ku ew jî nîşan dide ku mezinahîya erdnigarî ya welatekî biryara bandora wê ya li ser asta cîhanê nade. "
Wekî din, Wezîrê Derve Pompeo rola Bahreynê wekî hevkarek ewlehîyê yê Welatên Yekbûyî dîyar kir. Wî amaje bi alîkarîya Bahreynê kir di têkbirina DAIŞê da bi êrîşên esmanî dijî xîlafeta sexte, û wî rola Bahreynê di cîhkirina Fermandarîya Navendî ya Deryayî û baregeha Fîloya Pêncan yên Welatên Yekbûyî ser axa Bahreynê destnîşan kir û got:
"Ew rê dide me ku em di gelek waran da hevkarîyê bikin, ji şerê dijî terorîzmê bigire heta parastina derbasbûna kelûpelan li Kendavê, bi awayek azad ji êrîşên deryayî yên Îranê."
Wezîrê Derve Pompeo destnîşan kir ku rejîma Îranê "ji bo ewlehîya Kendavê û jibo mirovên aştîxwaz li seranserê herêmê xetera yekê ye."
"Û ez dixwazim spasîyê Bahreynê û gelê wê bikim jibo piştgirîya wan ya rijd bo helmeta me ya givaşa herî mezin, ku Tehran bi serfirazî tenê hêla û bi dehan mîlyar dolar jibo bandor û terora Îranê qut kir, Mike Pompeo got."
Ya ku Bahreyn û Welatên Yekbûyî parve dikin, Wezîrê Derve Pompeo got, "nêrînek sereke ya sîyaseta derve ye. Em realîst in; em cîhanê wekî heyî dibînin ”:
"Em binetarê tundûtûjîya rejîma şoreşgerî ya Îranê dizanîn, û em têdigehîn ku gava dora dijî derketina Tehranê û gelek mijarên din yên girîng tê, Îsraîl hevkara serekî ye û ne pirsgirêk e."
Di nav çend heftîyan da, pênc komên xebatê yên ji Wezareta Derve û sazîyên din yên Welatên Yekbûyî digel hevtayên xwe yên Bahreynî civîyan da ku li ser mijarên wekî hîndarîtên leşkerî, bihêzkirina jinan, mafên mirovan, û xeterên ji alîyê Partîya Komunîst ya Çînî jibo tora 5G yên siberojê gotûbêjan bikin.
Wezîrê Derve Pompeo got ew piştrast e ku ev civîne dê bingehê rêketineke hêşta xurttir di navbera Welatên Yekbûyî û Bahreynê da ava bike.