Accessibility links

Breaking News

Sûrîyê Dixwaze Penaber Vegerin û Rûsya jî Hevbîr E


Rejîma Esad, bi piştgirîya Rûsan, dixwaze bi mîlyonan penaberên hejar wek alavên sîyasî bi kar bîne, di hewldana îdiakirineke ne durist de ku şerê Sûrîyê bi dawî bûye.

Sûrîye Dixwaze Penaber Vegerin û Rûsya jî Hevbîr E
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

Di dirêjîya nêzîkî deh salan de Sûrîyê bi xirabtirîn şêwe zilm li gelê xwe kiriye. Rejîmê, bi seroktîya Beşar Esad, bi çek û tankan êrîşî xwepêşanderên aştîyane kir. Wê bermîlên bombekirî yên tije benzîn û teqemenî bi ser rûniştvanan de berdan û bi gazên jehrîn tax û gund xeniqandin. Welatîyên Sûrî hatin seqetkirin û êşkencekirin û kuştin bi birçîkirinê û agir û kîmawî. Li Sûrîyê, sivîl ne tenê qurbanîyên şer bûn, ew bûn armanc û hîn jî dibin.

Wek encam, ji nav 23 mîlyon welatîyên berî Şer, dora 500,000 hatine kuştin, 6.5 mîlyon li nav welêt derbider in û 5.6 mîlyon li welatên derdorê penaber in. Lê Niha Esad, endazyarê van hovîtîyan, bang li penaberan dike ku vegerin Sûrîyê. Alîkar û piştgirî wî, serokê Rûsya Vladimir Putin jî, vê daxwazê dubare dike.

Di konferanseke vê dawîyê ya derbarê penaberan de, ku ji aliyê Sûrîyê û Rûsya ve li Dîmeşqê hatibû lidarxistin, Esad û Putin rijd bûn ku şerê navxweyî bi dawî hatiye û gelek deverên welatê ku bi berferhî wêran bûyî, niha aram in. Di heman demê de, Rûsya rijd e ku nûavakirina welatê wêranbûyî berî vegera penaberan be û îdia dike ku penaber dê tenê karibin vegerin welatê xwe eger Rojava amade be pereyên nûavakirina Sûrîyê bide. Ev hewldaneke dîyar a Rûsya ye ji bo sûdwergirtinê, bi rêya alîkarîya kompanîyên wê ku karibin girêbestên sûdbar ên nûavakirinê bi dest xin.

Penaber bawerîyê bi sozên Esad nakin. Ev yek li ser Welatên Rojava jî derbas nabe û ew rijd in ku alîkarîya darayî ya nûavakirinê dê bê dabînkirin tenê dema hemî girtîyên sîyasî werin azadkirin, parastina hemî Sûrîyan were garantîkirin û proseya sîyasî ya Sûrî rewa bibe.

Cîgirê peyvdarê wezareta derve Cale Brown di daxuyanîyeke nivîskî de got:

“Rejîma Esad, bi piştgirîya Rûsan, dixwaze bi milyonan penaberên hejar wek alavên sîyasî bi kar bîne, di hewldana îdiakirineke ne durist de ku şerê Sûrîyê bi dawî bûye.”

“Rejîma Esad berpirs e li dor mirina bêhtirî 500,000 sivîlên welêt, bombekirina hejmarek nexweşxane û rêgirtina li piştgirîya mirovahî bo milyonan sivîlên Sûrîyê. Ev ne kiryarên hikûmetekê ne ku bawerî pê bibe biryarê bide penaber kengî bê metirsî vegerin, ne jî dibe Esad desthilat hebe li ser alîkarîyên darayî yên navnetewî yên nûavakirinê.”

“Amerîka dimîne pêgir bi gelê Sûrîyê û biryara encûmena ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî 2254, ku takerêya çareserîya sîyasî ya şerê Sûrîyê ye.”

XS
SM
MD
LG