Di rûniştina 51’an ya Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî de, Amerîkayê berevanî, parastin, pêşvebirin û rêzgirtina mafên mirovan û azadîyên bingehîn li seranserê cîhanê kir.
Di rûniştina 51’an ya Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî de, Amerîkayê berevanî, parastin, pêşvebirin û rêzgirtina mafên mirovan û azadîyên bingehîn li seranserê cîhanê kir.
Amerîkayê û zêdetirî 40 welatan piştgirîya biryareke bi seroktîya 26 welatên endamê Yekîtîya Ewrupî kir ku dilgiranîya xwe li ser xirabbûna rewşa mafên mirovan li Rûsyayê dîyar kirin, di nav de sînordarkirinên tund li ser azadîya derbirînê û kombûna aştîyane. Di biryarê de herwiha Raportorek Taybet jî jibo vekolînek serbixwe tê destnîşan kirin.
Amerîka û zêdetirî 35 hevkarên wê jibo gotûbêjkirina nirxandina Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya li ser rewşa mafên mirovan li Sîncanê, Çînê biryarek da ku di encamê de hate destnîşan kirin ku "rêjeya binçavkirina keyfî û bêdad ya Uygur û piranî komên misilman... dibe ku bibin tawanên navnetewî, bi taybetî tawanên li dijî mirovahîyê" û bal kişand ku "binpêkirinên cidî yên mafên mirovan hatine kirin. "Ev yekem car e ji damezrandina Konseyê ve ku endamek jibo çareserkirina rewşa mafên mirovan li Komara Gel ya Çînê çalakîyeke fermî dimeşîne. Ev biryar bi ferqeke kêm têk çû.
Amerîkayê piştevanîya biryareke jibo nûkirin û xurtkirina şîyanên Raporterê Taybet li ser rewşa Afganistanê kir, jibo belgekirin, parastin û ragihandina binpêkirinan, yên ku bi taybetî bandorê li jinan, keçan û komên kêmahîyan dike.
Amerîkayê herwiha piştevanîya biryarekê kir da ku baldarîya domdar ya Konseyê li ser rewşa mafên mirovan li Etopyayê piştrast bike.
Wek endamek ji koma bingehîn, Amerîkayê piştevanîya biryareke kir, jibo berdewamîya danûstandina Konseyê digel hukûmeta Sri Lankayê di vê dema krîza aborî de, û herwiha Amerîkayê piştevanî da pêwîstîya berpirsîyê bo binpêkirinên berê û yên ku di dema alozîya sîyasî ya vê dawîyê de hatine kirin. Xurtkirina parastin û rêzgirtina mafên microvan, digel reformên sîyasî û aborî derbaz dibe.
Amerîka tev li Konseyê bû û careke din bala navnetewî kişand ser reftara xirab û binpêkirinên berdewam li Sûrîyê, di serî de yên ku ji alîyê rejîma Beşar El-Esad ve tên kirin.
Jibo ku rejîma Nicolas Maduro jiber binpêkirinên mafên mirovan yên li Venezuelayê berpirs were dîtin, Amerîkayê piştevanî da biryara nûkirina erka Armnaca Lêgerîna Rastîyan li Venezuelayê.
Di sala xwe ya yekem ya vegera Konseya Mafên Mirovan de, Amerîka xebitî ku Konsey nirxên gerdûnî, armanc û rêbazên ku di 75 salên dawîyê da bingehê sîstema Neteweyên Yekbûyî xurt dike derxîne pêş û destek bike.