Welatên Yekbûyî jiber darbeya leşkerî ya Burmayê gelek xemgîn û nîgeran e.
Welatên Yekbûyî jiber darbeya leşkerî ya Burmayê gelek xemgîn û nîgeran e. Artêşê serokên partîya desthilat ya Yekîtîya Niştimanî jibo Demokrasîyê û serotîya sivîl ya Burmayê, di nav da Aung San Suu Kyi û Serok U Win Myint, digel wezîrên kabîneyê, wezîrên sereke yên gelek herêman, sîyasetmedarên dijber, nivîskar, nûnerên civaka sivîl û çalakvan desteser kirine.
Biryar bû ku parlamentoya Burmayê piştî hilbijartinên 8ê meha Mijdarê, ku partîya sivîl ya serekî ya wî welatî, Yekîtîya Niştimanî ya Demokrasîyê (NLD) % 83 kursîyên vekirî bi dest xistibûn, rûniştina xwe ya yekê pêk bîne. Aung San Suu Kyi, seroka NLDê, dema ku dest bi kar kirî ji sala 2015an vir ve seroka sivîl ya wî welatî ye.
Rêberên leşkerî yên Burmayê qebûlkirina encamên hilbijartinê red dike û wan wekî sexte bi nav dike. Gava ku îdiayên wan nekarîn tu tiştekî bi dest xwe bixin, leşkeran avahîya parlamentoyê dorpêç kirin û darbeyek destpê kirin.
Artêşa Burmayê ser televîzyonê rewşa awarte ya bo salekê ragihandin, bi îdiaya ku destûra bingehîn ya 2008an mafê îlan kirina rewşa awarte ya netewî dide artêşê. Artêşê dest danî ser binesazîya welatî, piranîya wezaretên hikûmetê, û piranîya weşanên televîzyonê rawestandin, û dest bi kampanyayeka têkbirina civaka sivîl kirin.
Artêşê desthilatî radestî serokê artêşê, General Min Aung Hlaing kir. Di salên parvekirina desthilatdarîya xwe digel karbidestên sivîl yên hilbijartî, artêşê bandoreke berbiçav di karûbarên sîyasî yên Burmayê domand. Destûr kontrola wezaretên beravanî û navxweyî dide artêşê. Wekî din, çarîkek kursîyên parlamentoyê bo leşkeran hatîye dabîn kirin.
Serok Joe Biden daxwaz ji civaka navnetewî kir ku pêkve guwaşan li artêşa Burmayê bikin da ku demûdest dest ji desthilata ku wan girtî berdin, çalakvan û karbidestên ku wan desteser kirî azad bikin, hemî sînordarkirinên ragihandinê rakin, û dest ji tundûtûjîya li dijî sivîlan berdin.
Wezîrê Derve Antony Blinken bang li "serokên artêşa Burmayê kir ku. . . rêzê ji biryara gelê Burmayê bigirin ya ku di hilbijartinên demokratîk di 8ê meha 11 da hatîye dîyar kirin. Wî herwiha got Welatên Yekbûyî di daxwazên wan yên demokrasî, azadî, aştî û pêşveçûnan da digel gelê Burmayê ye. Divêt artêş demûdest wan kiryaran paşda vegerîne.”