Accessibility links

Breaking News

Mafên Bingehîn û Sedema Girîngbûna Wan


Rêvebirê Karmendên Plankirina Sîyaseta Wezareta Derve Peter Berkowitz got ku mafên bingehîn tê zanîn ku "di hindurê her kesekî de hene û bi giştî gava em îro dibêjîn mafên mirovan, mebesta me ew maf in."

Mafên Bingehîn û Sedema Girîngûna Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00
Direct link

Di Daxuyanîya Serxwebûnê da, damezrênerên Amerîkayê mafên bingehîn yên wek "jîyan, azadî û lêgerîna bextewarîyê" destnîşan kirin. Rêvebirê Karmendên Plankirina Sîyaseta Wezareta Derve Peter Berkowitz got ku ew mafên bingehîn tê zanîn ku "di hindurê her kesekî de hene û bi giştî gava em îro dibêjîn mafên mirovan, mebesta me ew maf in,"

Birêz Berkowitz got ku ew tenê mafên Amerîkîyan li welat napêrêzin, lê li derveyî welat jî bingehê sîyaseta derve ya exlaqî pêk tînin.

"Me di sala 1948’an da berpisîyên pêşengîya wan wergirt ser xwe, gava ku me di Neteweyên Yekbûyî da jibo derbazkirina Daxuyanîya Gerdûnî ya Mafên Mirovan serkêşî kir. Ji her du partîyên sîyasî serokên ku pêşengîya mafên mirovan kirî hene. Û sozên damezrênerên Amerîkayê rêzgirtina jibo rûmeta di hindurê hemû mirovan da dide navxwe.

Rêvebir Berkowitz got ku salek berê, Wezîrê Derve yê Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê Mike Pompeo Komîsyona Mafên Bingehîn bi erkeke taybet kom kir.

"Wezîrê Derve Pompeo ji endamên Komîsyonê xwest ku lêkolîn bikin, da ku pabendîya Amerîkayê ya bê şik jibo mafên mirovan di sîyaseta derve de, di belgeyên damezrêner yên Amerîkayê de - Daxuyanîya Serxwebûnê û Qanûna Bingehîn ya Welatên Yekbûyî - di edetên Amerîkîyan yên Qanûna Bingehîn û herwiha ku bo me alîkar be ku pabendîya bê şik ya Amerîkayê bo mafên mirovan têbigehîn di bin ronahîya Daxuyanîya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, ku me di sala 1948’an da îmza kir.

Rêvebir Berkowitz got ku mafên bingehîn rasterast karîgerîyê li ser têkilîyên Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê digel welatên din dike.

Wek mînak em wê di gelek caran şermezarkirina Wezîrê Derve Mike Pompeo ya zîndankirina Uygurên Misilman li kampên leşkerî yên Çînî dibînîn. Me ew di salên 1980yan de dît, dema ku Ronald Reagan piştgirî da mafên mirovan yên dijberên Yekîtîya Sovyetê ku bi awayekî dirindane li zîndanên wan girtî bûn. Em wê dibihîzin, dema ku rêvebirî ser Komara Îslamî ya Îranê de diçe, ku ew jî zordarîyê li hemwelatîyên xwe dike.

Rêvebir Berkowîtz destnîşan kir ku herçend mafên mirovan bêguman tevahîya sîyaseta derve ya Amerîkayê nebe jî, ew pêkhateyek bingehîn in, parçeyeke gelek giring ya sîyaseta derve ya Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG