Accessibility links

Breaking News

Roja Leşkerên Dêrîn


Amerîka radibe ser pêyan ku rûmetê bide wan jin û mêran û nirxên erk û fedakarîya ku ew berpirsîyê dikin. Piştî ku ew unîformayên xwe dihêlin jî, ew her wekî sembola hemlatîyên axa azad dimînin.

Roja Leşkerên Dêrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:03 0:00
Direct link

Di dema Şerê Navxweyî yê Amerîkî da, Serok Abraham Lincoln di Axaftina Gettysburg ya navdar de bang li welatîyên xwe kir ku piştrast bikin ku azadî "ser rûyê erdê nemire." Gotinên wî bi salan e handan daye gelekan, di nav wan da bi mîlyonan kesên di nav karûbarên çekdarî yên netewa me ku ne tenê jibo parastina azadîya Amerîka şer kirin, lê jibo azadîya neteweyên din jî.

Îro, Roja Leşkerên Dêrîn e, Amerîka radibe ser pêyan ku rûmetê bide wan jin û mêran û nirxên erk û fedakarîya ku ew berpirsîyê dikin. Piştî ku ew unîformayên xwe dihêlin jî, ew her wekî sembola hemlatîyên axa azad dimînin.

Ew roja bêhnwedanê, ku her sal di 11ê Mijdarê de tê derbaz kirin, binetarê wê agirbesta Cengê Cîhanê yê Yekê tê ku di sala1918an de bi dawî bibû. Pevçûn, li Asya, Afrîqa, giravên belavbûyî li Pasîfîkê û deryayên li derdora Amerîkaya Başûr û herwiha li meydanên şer li Ewrupa, wekî "şerê bidawîkirina hemî şeran" hate dîtin. Lê şerên din dû re hatin û Serok Dwight Eisenhower di sala 1954an de roja bêhnwedanê berfirehtir kir ku rêze li hemî kesên ku di şer û aştîyê de bi unîformayên xizmet kirine bigire.

Hikûmeta me wê hewlê heta roja îro didomîne, bi bernameyeke ku alîkarîya leşkerên dêrîn ji artêşê derkevin dike da ku kar peyda bikin û derbazbûna wan bo nav jîyana sivîl sanahî bike.

Lê di bingehê xwe de, Roja Leşkerên Dêrîn ne derbarê şer e. Ew bîranîna ti serfirazî yan jî têkçûneke şer nake û ti armancên pêşvebirinên sîyasî yan jî yên erdnîgarî pîroz nake. Lê, ew wek rojên bêhvedanê yên li Brîtanya, Kanada, Afrîqaya Başûr û neteweyên din, rojeke bîrînanê ye ku xizmeta leşkerên dêrîn û zehmetîyên wan kişandî bi rûmet bike.

XS
SM
MD
LG