Accessibility links

Breaking News

Nûçeyên Baş û Xirab ji Sûrîyê


"Di enîya sîyasî de, em çavdêrîya raportên derbarê xwepêşandanên gelê li Sûrîyê dikin, û em berdewam in li ser piştgirîya banga gelê Sûrîyê ji bo aştî, rûmet, ewlehî û dadmendîyê," Balyoz Thomas-Greenfield got.

Nûçeyên Baş û Xirab ji Sûrîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00
Direct link

Donzdeh salên şerê navxweyî "Sûrîyê wêran kir û aramî jî hîn dûr e", li gorî nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûrîyê Geir Pedersen. "Valahîya di îradeya sîyasî de, dûrbûna di navbera helwestên bingehîn ên partîyan de, bêbawerîya kûr, û keşûhewaya navnetewî ya dijwar- hemî rolekê di rêya girtî de dilîzin."

Hestê bêhêvî û dilşikestinê di nav Sûrîyan de her diçe kûrtir dibe. Bi hezaran xwepêşanderên ku rejîma Beşar el-Esad bi aborîyeke têkçûyî û zordarîya hikûmetê tawanbar dikin, ji nîvê Tebaxê ve li parêzgeha Siweyda tevlî xwenîşandanan dibin. Di heman demê de, şerê di navbera grûpên cuda de; şerê navxweyî di nav yekîneyên alîgirên hikûmetê de; pevçûnên di navbera Hêzên Sûrîya Azad û komên terorîst de; û her wiha destdirêjîya terorîstan li ser axa Sûrîyê, berdewam in.

Xaleke geş ew e jinûveşandina alîkarîyên mirovî di nîvê Îlonê de ji Tirkîyê bo bakur-rojavayê Sûrîyê bi rêya derîyê Bab el-Hewa. Ji wê demê ve, 65 kemyon derbas bûne, û pêşbînîya bêhtir dibe.

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield got: "Amerîka pêşwazîyê li vegerandina karwanên alîkarîyên mirovî yên NY dike, bi rêya derîyê Bab el-Hewa - xaleke gihîştinê ya girîng e ku dihêle alîkarî bigihin milyonan Sûrîyên hejar."

Wê got, "wek mezintirîn alîkara mirovî bo hewlên bersivdana rewşa Sûrîyê, Amerîka bi hemî awayan piştgirîya alîkarîyan dike da ku bigihin Sûrîyên hewcedar - di nav de jî alîkarîyên bi rêya sînor û yên di nava welêt de - bo hemî deverên Sûrîyê."

Balyoz Thomas-Greenfield got, "di enîya sîyasî de, em çavdêrîya raportên derbarê xwepêşandanên gelê li Sûrîyê dikin, û em berdewam in li ser piştgirîya banga gelê Sûrîyê ji bo aştî, rûmet, ewlehî û dadmendîyê."

Wê got,"Amerîka her wiha piştgirîya kanîna gelê Sûrîyê ji bo pêkanîna mafên kombûna aştîyane û azadîya derbirînê dike. Xwepêşandanên nû li Sûrîyê pêwîstîya çareserîyeke sîyasî bi pêşengîya Sûrîyê derdixe pêş."

Thomas-Greenfield got, “Em ji rejîma Sûrîyê daxwaz dikin ku bi awayekî watedar tevlî proseya sîyasî bibe… bi vegera nav Komîteya Destûrî, ku ev bêhtirî salekê ye kom nebûye. Em di wê bawerîyê de ne ku beşdarîya rejîmê dê nîşaneke girîng be li ser nîyaza wê ya vegerandina proseya sîyasî."

“Pêwîste em Sûrîyê bi tenê nehêlin. Ne di demekê de ku pêwîstîyên mirovî zêde dibin; û hewldanên aştîyê rastî alozîyan tên."

Wê got, “sala borî dema ez çûm ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê, penabereke Sûrî ji min re got ew bi xem e ku cîhan rewşa gelê wê ji bîr bike. Û min jê re got ku Amerîka dê nehêle tiştekî wiha bibe."

XS
SM
MD
LG