Tolekirina cîhwarkirî yên Îsraîlî yên Tundrê

Ji destpêka şerê navbera Îsraîl û Hamasê vir ve, tundîtûjîya sîstematîk ya cîhwarkirî yên Îsraîlî yên tundrê yên dijî Filîstînîyên li Kenara Rojava ya dagirkirî, bi lez zêde dibe.

Your browser doesn’t support HTML5

Tolekirina cîhwarkirî yên Îsraîlî yên Tundrê

Ev yek dîtina Koma Krîzê ya Navnetewî ya bingeh li Brukselê ye ku rêxistineke sivîl ya cîhanî û ne-hikûmî ye.

Di 1’ê Cotmehê de, Wezareta Derve ya Amerîka dijî du kesên Îsraîlî tole ragihanidibûn, jiber para wan ya di afirandina hawirdorek tundîtûjî û bêaramîyê de, ku bi vî awayî aştî, ewlehî û aramîya li Kenera Rojava têk dibin.

Eitan Yardeni xwedî dîrokek tundîtûjîya dijî Filîstînîyan e. Ew gelek caran tev li hin koman bûye ku êrîşî gundên Filistînîyan kirin, êrîşî Filistînîyan kirin, malên wan talan kirin û milkên wan dizîn.

Avichai Suissa karbidestê serekî yê bicîhkirina xebatan û berpirsê Hashomer Yosh ye, rêxistinek sivîl ya Îsraîlî ku piştgirîya madî dide navenda bi navê Meitarim Farm, ya ku ji alîyê Amerîka ve wek navendek ku jibo armancên leşkerî tê kar anîn. Hashomer Yosh di Tebaxa 2024’an de ji alîyê Amerîka ve hat tole kirin.


Her du zilam li gor Fermana Rêvebir ya 14115 hatine ceza kirin.
Yardeni jiber "berpirsî, hevparbûna tawanê, yan beşdarbûna di plankirin, fermandayîn, rênîşandayîn de, yan beşdarî kiryarek tundîtûjîyê yan gefa tundîtûjîiyê ya ku sivîlan dike armanc, bandorê li Kenara Rojava dike, kete bin toleyan.”

Suissa jiber bûyîna aniha, yan berê, bûyîna serokek yan karbidestê Hashomer Yosh hat tole kirin.

Di heman demê de, Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîka, yan OFAC dijî rexistina bi navê Hilltop Youth yan Ciwanên Hilltop jî tole ragihand, komeke tundrê yên cîhwarkirîyan ku tundîtûjîyê dikin, yên ku bi dubarekî êrîşî Filîstînîyan kirine û mal û milkên Filîstînîyan li Kenara Rojava wêran kirine.


Li gor OFAC, koma Youth Hilltop "civakên Filtîstînî wêran kirine û kuştin, şewitandina komî, û êrîşên din yên bi navê "hesab pirsînê" pêk anîne:"

Êrîşên wêranker li ser Filîstînîyan û gundên wan, li gor nêrîna wan, jibo astengkirina hewlên çêkirina avahîyên jibo cîhwarkirîyan, “berdelan” datînin.

Endamên Ciwanên Hilltop wek beşek ji hewleke bi armanca tirsandina Filîstînîyan û belavkirina tirsê; dêr û mizgeft xira kirin, li ser milkên Filistînîyan bi spreyan nivîsên xêz kirin, û darên zeytûnan ji kokê hilandin.


"Zêdebûna tundîtûjî û bêaramîya li Kenara Rojava zararê dide berjewendîyên demdirêj yên Îsraîlî û Filîstînîyan, û kiryarên rêxistinên tundrê yên mîna Hilltop Youth tenê krîzê mezintir dike,"Bradley T. Smith, cîgirê wezîrê Xezîneyê yê jibo terorîzm û îstixbarata aborî got.

"Amerîka wê hesabpirsîna ji kes, kom û rêxistinên ku van kiryarên nefret û bêaramîyê hêsan dikin, bidomîne."