Amerîka Dabînkerên Bêhtir ên Çekan bo Îranê Ceza Dike

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê

Ev ceza, beşek in ji helmeteke berdewam a Amerîkayê li dijî torên dabînkirina leşkerî yên Îranê, bi taybetî yên ku bi MANPADS ve girêdayî ne.

Your browser doesn’t support HTML5

Amerîka Dabînkerên Bêhtir ên Çekan bo Îranê Ceza Dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê, ceza li dijî du kes û sazîyekê ku li Belarûs, Rûsya û Nîjîryayê ne, sepandin, ji ber tevlîbûna wan a hewldanên rejîma Îranê ji bo bidestxistina sîstemên berevanîya esmanî yên ku dikarin ji alîyê kesan ve bên hilgirtin, û wekî MANPADS tên naskirin.

Ev ceza, beşek in ji helmeteke berdewam a Amerîkayê li dijî torên dabînkirina leşkerî yên Îranê, bi taybetî yên ku bi MANPADS ve girêdayî ne. Ev gav tên avêtin piştî çalakiyên 8’ê Gulanê, 10’ê Hezîranê û 15ê Tîrmeha 2026’an. Ew bi giştî, gelek kanalên ku Tehran ji bo nûjenkirina cebilxaneya xwe bi kar tîne vedihewînin û metirsîya ji bo navbeynkar û dabînkerên ji welatên sêyemîn zêde dike.

Ev gava dawî her wiha, piştgirîyê dide cîbicîkirina dorpêça çekan a Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê, ku di Îlona 2025’an de ji nû ve hatibû çalakkirin. Ev bend rê li ber welatên endamên NY digire ku çekên bi vî rengî bidin Îranê.

Yek ji kesên ku hatine cezakirin, Mihemed Elî Tolîbov e. Ew Rêveberê cîbicîkar ê kompanîya "Armory Alliance" e û beşdarî hewldanên wê bûye ji bo dabînkirina çekan li ser navê Îranê. Armory Alliance kompanîyeke ku navenda wê li Belarûsê ye; ew wekî navbeynkar di navbera kompanîyên li Çînê û Îranê de xebitiye û di hêsankirina kirîna bi sedan sîstemên MANPADS’ê de rol lîstiye. Armory Alliance berê jî hatibû cezakirin.

Vanguard Tactical Supply Limited, kompanîyeke e ku navenda wê li Nîjîryayê ye û di hêsankirina dabînkirina sîstemên MANPADS ên Çînî de ji bo Îranê, bi rêya bikarhênerên sexte, rol lîstiye. VANGUARD berê jî hatibû cezakirin.

Alîşer Domulojonov Lîşer, kesek e ku li Rûsyayê ye û di hêsankirina dabînkirina MANPADS’ê ji bo Îranê de cih girtiye.

Wekî encama van cezayan, hemû milk û berjewendîyên kesên navborî ku li Amerîkayê ne, yan jî di dest yan bin kontrola kesên Amerîkî de ne, tên astengkirin. Divê ev rewş ji Ofîsa Kontrola Çavkanîyên Biyanî (OFAC) ya Wezareta Xezîneyê re bê ragihandin.

Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê dê berdewam be li ser aşkerekirina wan torên ku artêşa Îranê û Spaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya wê bi çekan dabîn dikin. Amerîka dê herwiha rê li ber gihîştina rejîmê ya bo çavkaniyên ku çalakiyên wê yên têkder didomînin, bigire.

Hewldanên Îranê yên ji bo bidestxistina alavan, ewlehîya niştimanî ya Amerîkayê dixe bin gefê; û ew dê hemû gavên pêwîst bavêje da ku rejîma Îranê û kesên ku alîkarîya avakirina cebilxaneya wê dikin, berpirsîyar bigire.