Dîrok, bawerî û sedem rê nîşan didin, rêya yekbûne. Em dikarin hevdu wek cîran bibînin, ne wek rikeber.
Your browser doesn’t support HTML5
Bi hejandina bi hezaran alayan li ber bayê Zivistanê, Joseph Robinette Biden Jr. Li pêş Kongrêsa Amerîka roja 20’ê meha Çile, wek serokê 46’an ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka sond xwar.
Di axaftina xwe ya sondxwarinê de, serok Biden banga hemî Amerîkîyan kir ku bibin yek li beramber astengîyên welêt û ewlekrina siberoja welêt.
“Dîrok, bawerî û sedem rê nîşan didin, rêya yekbûne. Em dikarin hevdu wek cîran bibînin, ne wek rikeber. Em dikarin bi rêz û rûmet danûstandinê li gel hev bikin. Em dikarin hêzan bikin yek, qîrînan rawestînin, û pileyan girjîyan kêm bikin... ev gava me ya dîrokî ya krîz û astengîyê ye, û yekbûn ew rêya ber bi pêş ve ye.”
Serok Biden jibo wan kesên li paş sînorên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî peyamek da:
“Emê hevalbendîyên xwe dîsa çê bikin û careke din tev li cîhanê bibin. Ne ku rûbirûyî astengîyê doh bibin, lê yên îro û sibe jî. Emê ne tenê bi nimûneya hêza xwe pêşengîyê bikin, lê bi hêza xwe bibin nimûne jî. Emê jibo aştî, pêşveçûn û ewlekarîyê hevpareke hêzdar û cîhê bawerîyê bin.”
Serok Biden, di heman roja sondxwarinê de, hejmareke fermanên qanûnder ên girêdayî van armancan pêk anîn. Kiryarek ew bû proseya jinûvetevlêbûna Dewletên Yekbûyî bo rêkeftina Parîsê ya keşûhewayê. Yeka din, rawestandina vekişîna Amerîkayê ji Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanî. Yeka din, jinavbirina qedexeya rêwîtîya ji hin welatên ku piranîya wan Misilman in û ji Afrîqîya û cihên din. Kiryareke din jî, avakirina dîwarê sînorî yê di navbera Amerîka û Meksîkê de radigire û ragihandina tengavîyan a ku piştgirîya darayî jê re dabîn dikir, radiwestîne.
Di gotara xwe ya sondxwarinê de, serok Biden bang li xelkê kir ku dest bi rûpeleke nû bikin. Wî handerîya wan kir ku çîroka Amerîkîyan a hêvîyê, ne ya tirsê, ya yekbûnê, ne ya dabeşbûnê binivîsînin... Çîroka ku ji serdemên dahatû re bibêje me çawa bersiva banga dîrokê da... ku Amerîka me azadîya li nava welêt parast û careke din bû pêşenga cîhanê.