Kiryarên Xeter yên Rûsî li Esmanê Sûrîyê

“Ev bûyer nimûneyeke din ya kiryarên ne profesyonel û ne ewle yên hêzên esmanî yên Rûsî yên ku li Sûrîyê ne û ew ser ewlehîya her du alîyan jî hêzên Koalîsyonê û yên Rûsî gefê çêdike," General Aleks Grynkewich got.

Your browser doesn’t support HTML5

Kiryarên Xeter yên Rûsî li Esmanê Sûrîyê

Di hefteya yekê ya Tîrmehê de, dronên şer yên Rûsî gelek caran dronên Amerîkî ku li Sûrîyê dijî DAIŞ’ê tên karanîn, çewisandin.

Berdevkê Pentagonê, Generalê Hêzên Esmanî Pat Ryder bang li hêzên Rûsî kir "ku dest ji kiryarên bê hiş yên bi vî rengî berdin û mîna leşkerên esmanî yên profesyonel tevbigerin."

Li dijî pîvan û rêgezên destnîşankirî, jetên Rûsî di 5’ê Tîrmehê de gelek fişekên nîşankirinê yên bi paraşûtê avêtin ser dronên Amerîkî ku ew li armancên DAIŞ’ê yên li Sûrîyê digerîyan û bi awayekî xeter nêzî dronan firîyan, û ew mecbûr kirin ku tevgerên dûrketinê pêk bînin.

Herweha, pîlotekî Rûsî firoka xwe li ber dronkî ya Amerîkî bi cîh kir û li pişta wê jetê xist, ku leza wê û zexta hewayê pir zêde kir û kanîna pîlot kêm kir ku bi ewlehî firokê bixebitîne.

Bûyerek xeternak ya duyê piştî 24 saetan di 6’ê Tîrmehê de qewimî, dema ku firokên leşkerîya Rûsî careke din fîşek avêtin pêşîya hejmareke dronên Amerîkî yên ku dijî armancên DAIŞ’ê li Sûrîyê erka xwe bi cîh tînan.

Careke din jetên şerker yên Rûsî bi awayekî metirsîdar nêzî dronên Amerîkî bûn û fîşek avêtin pêşîya wan.

General Ryder îdiaya Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê red kir ku hêzên Rûsî ligel hêzên Sûrî hîndarîyên hevbeş dikirin û hêzên Amerîkî rêgezên qada esmanî û protokala nehêlana alozîyê binpê kiribûn.

"Em ev çend sal in li Sûrîyê ne û wek beşek ji hevpeymanîya navnetewî dijî DAIŞ’ê şer dikin," General Ryder got.

"Rêgezên me yên rûniştî hene… pêyvajo û pîvanên baş sazkirî û dema ku mijar operasyonên ewle yên li wê herêmê be, wan bo salên dirêj bi serfirazî pêşî li ber pevçûnên bi Rûsan re girtin. Loma, îdiayên ku dibêjin tiştê bûyî xeletiya me ye, pêkenok in,” General Ryder got.

General Aleks Grynkewich, Fermandarê Hêza Esmanî ya 9’an [AFCENT] û Fermandarê Hêza Esmanî ya Hêzên Hevbeş jibo Fermandarîya Navendî, di daxuyanîyekê de got

“Ev bûyer nimûneyeke din ya kiryarên ne profesyonel û ne ewle yên hêzên esmanî yên Rûsî yên ku li Sûrîyê ne û ew ser ewlehîya her du alîyan jî hêzên Koalîsyonê û yên Rûsî gefê çêdike.

Em bang li hêzên Rûsî yên li Sûrîyê dikin ku dest ji vê helwesta bê hiş berdin û li gor pîvanên helwesta ku layiqî hêzeke esmanî ya profesyonel e, tevbigerin ku em bikaribin careke din bala xwe bidin ser têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê.”