Di nav sînorên Ukraynayê de, zêdetirî 17 mîlyon Ukraynî pêdivîyê alîkarîya mirovahî ne.
Your browser doesn’t support HTML5
Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield got: "Hovîtîyên mirovahî yên şerê bêwate yê Rûsyayê li dijî Ukraynayê berdewam dibin sedema êşên mezin yên mirovî hem li hundurê Ukraynayê hem jî li seranserê cîhanê."
"Di nav sînorên Ukraynayê de, zêdetirî 17 mîlyon Ukraynî pêdivîyê alîkarîya mirovahî ne. Nêzîkî şeş mîlyon kes li Ukraynayê di hundurê welatê xwe de ji cih û warên xwe bûne, jibo lêgerîna ewlehî û stargehekê neçar in ku malên xwe berdin.”
Piştî êrişên bênavber yên hêzên Rûsî yên mûşek û dronan li dijî Ukraynayê, li ser bajar û binesazîya wê, sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, zîyan gihîşte rê, mal, dibistan, navendên bijîşkî, zevîyên çandinîyê û sîstemên elektrîkê. Bi mîlyonan sivîlên Ukraynayê niha bê xwarin û vexwarin, elektrîk, xizmetên tenduristîyê, û germahîyê ne, her çend germahî di binê sifrê da ye jî.
Balyoz Thomas-Greenfield bang li Rûsyayê kir ku "bombebarana ser binesazîya girîng û kuştina sivîlên bêguneh rawestîne. Heta ku Rûsya vê yekê dike, divê alîkarîyên mirovahî yên cîhanî piştevanîya gelê Ukraynayê bikin.”
"Pêdivî ye ku em pêşitîyê bidin alîkarîya zivistanê da ku pêdivîyên mirovahî yên bilez çareser bikin û piştevanîyê bidin hewildanên Hikûmeta Ukraynayê. Tîmên mirovahîyê yên NY û rêxistinên sivîl niha li ser erdê ne, hewl didin ku alîkarîyê bikin. Mixabin, ev komên ku tenê hewl didin ku jîyana xelkî rizgar bikin, ji êrîşên Rûsyayê rizgar nebûne."
Balyoz Thomas-Greenfield dîyar kir ku Rûsya bi zorê zarokên Ukraynayê jibo herêmên Ukraynayê yên ku ji alîyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin vediguhezîne.
“Rûsya di heman demê da zarokên Ukraynayê vediguhêze û dersînor jî dike Rûsyayê bi xwe, zarokan dide malbatên li Rûsyayê û hewl dide wan bi awayekî mayînde ji malbatên wan veqetîne. Ev yek binpêkirina prensîbên parastina zarokan e. Divê ev raweste.”
Şerê Rûsyayê krîza xwarinê ya cîhanî pir giran kirîye. Balyoz Thomas-Greenfield piştevanî da Însîyatîfa/destpêşxerîya Genimê Deryaya Reş, ku bersiva pêwîstîyên kesên herî hejar daye li cîhanê, û bi aramkirina buhayê genimê, welatên dahata navîn sûd lê wergirtîye.
Lê jiber Rûsyayê, bizava genim ji benderên Ukraynayê hêdî bûye û hejmara keştîyên li benda genimi zêde dibe. Divê destûr neyê dayîn ku Rûsya di zivistanê de xwarin û enerjîyê wekî çekekî bi kar bîne.
Balyoz Thomas-Greenfield got: "Putin dest bi vî şerî kirîye, û ew dikare îro bi vekişandina leşkerên xwe ji Ukraynayê vî şerî bi dawî bike."
Amerîka ji hemî welatan daxwaz dike ku piştgirîyê bidin Plana Bersivdana Mirovahî ya 2023an ya Neteweyên Yekbûyî û Plana Bersivê ya Herêmî ya Penaberan, û Rusyayê berpirsîyar bigrin jiber êrîş û binpêkirinên wan yên hovane, ku bûye sedema êşên gelek giran ser gelê Ukraynayê.