XELATÊN NAVNETEWÎ YÊN JINÊN WÊREK YÊN 2021’Ê

Xelatên Navnetewî yên Jinên Wêrek îsal pêşkêşî 21 jinan hate kirin, ku heft ji wan li Afganistanê di êrîşên bi armanc da hatibûn kuştin.

Di merasîma xelatên Wezareta Derve da, ku Xanima Yekê Jill Biden beşdar bibû, Wezîrê Derve Antony Blinken got "Bo 15 salan, Wezareta Derve xelata Navnetewî ya Jinên Wêrek daye jinên li seranserê cîhanê yên ku hêzek û rêberîyek awarte nîşan didin jibo parastina aştî, dadê, mafên mirovan û wekhevîya zayendî.

Di nav jinên bi rûmet da Maria Kalesnikava ya Belarûsî hebû. Wê û hevkarên wê tekoşîneke dîrokî li hember desthilatdarîya 26-salî ya Aleksandr Lukashenka dan û piştî hilbijartina gumanbar bi wêrekî rû bi rûyê zindanê bû.

Phyoe Phyoe Aung li Burmayê rêbereke nû ye. Rêxistina wê Enstîtuya Wings di navbera komên cûda yên etnîkî û olî da danûstandinên cîwanan sanahî dike û piştgirîya aştî û pêkhatinê dike.

Xelatgireke din, Maksimilenne Ngo Mbe ji Kamerunê, piştgirîya mafên mirovan kiriye û bûye dengekî dîyarkirî di nav aktorên civaka sivîl da û jibo çareserîya aştîyane ya şerê navxweyî li Kamerunê gelek caran ewlehîya xwe ya takekesî feda kiriye.

Wang Yu ya Çînî yek ji parêzerên mafê mirovan ya herî navdar ya wî welatîye û jiber parastina çalakvanan rûbirûyê girtin û zindanê bûye.

Julienne Lusenge, ji Komara Demokratîk ya Kongo çalakvaneke jin ya pêşeng e ku şerê dijî tundîya ser bingehê zayendî dike.

Xelatgirên din ev in: Mayerlis Angarita ji Kolombîya, Dadger Erika Aifan ji Guatemala, Şohreh Bayat ji Îranê, Muskan Khatun ji Nepalê, Zahra Mihemed Ahmad ji Somalî, Sister Alicia Vacas Moro ji Îspanya, Ranitha Ghanarajah ji Sri Lanka, Canan Gulllu ji Tirkîyê û Ana Rosario Contreras ji Venezuela.

Wezîrê Derve Blinken destnîşan kir ku bi giştî jin û keç "jiber binpêkirinên mafên mirovan herî zêde di metirsîyê de ne:"

"Jiber vê yekê mafên wekhevîyê û rûmeta jin û keçan jibo Welatên Yekbûyî pêşîtîya sîyaseta derve ye. Gava ku em sîyaseta xwe ya derve bi armanca maf û pêdivîyên jin û keçan dîzayn dikin, sîyaseta me bi karîgertir e, mirovîntir e, û pirtir dibe ku di jîyana mirovan da guhertineke mayînde çêbike."

Di axaftina xwe ya jibo xelatgiran de, Wezîrê Derve Blinken got, “Hûn cîhana me rewatir, aramtir, aştîxwaztir û azadtir dikin. Welatên Yekbûyî serbilind e ku bi we re ye."