Her sal di Duşema yekê ya Îlonê de, Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê navberekê dide ku rûmetê bide karkerên xwe û alîkarîyên ku ew didin jibo bextewarî û jînfirehîya netewa me.
Your browser doesn’t support HTML5
Her sal di Duşema yekê ya Îlonê de, Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê navberekê dide ku rûmetê bide karkerên xwe û alîkarîyên ku ew didin jibo bextewarî û jînfirehîya netewa me. Di 5ê Îlonê sala 1882yan da, pirtirî 10,000 jin û mêr di nav kolanên Manhattan da meşîyan da ku Roja Karkeran ya yekê pîroz bikin.
Sazîya Karkerên Navendî ya New Yorkê roja şahîyê pêkanîn jibo rêzgirtina karkerên ku bo mûçeyên bilindtir, demên kurttir, û mercên baştir yên şixûlê xebitî. Ew roj, roja şahîyê bû, di heman demê da jî roja bedeldanê bû; karkeran mûçeyên xwe yên wê rojê gorî kirin da ku dilsozîya xwe nîşan bidin jibo bidestxistina dahateke adilane bo karê giran.
Îsal, pandemîya COVID-19ê jibo xebatkaran zehmetîyên nû û alozîyên ku me ji berê neditî afirandine. Di dema ku bi mîlyonan kes bi mehan li mal dixebetîn ku berê belavbûna vîrusa koronayê bigirin, bi sed hezaran kes jî hatin gazî kirin ku şerê wê nexweşîyê bikin. Karmendên hawarçûnê û pisporên bizîşkîyê jîyana xwe êxistin metirsîyê ku alîkarîya nexweşan bikin û kesên dimirin aram bikin, û bi rastî, bi sedan karmendên tendirustîyê bo xizmeta xwe ya canfîdayî gîyanê xwe gorî kirine.
Paşî wê bi mîlyonan kesên din jî hene, gelek ji wan di karên kêm-mûçe de dixebitin ku alîkarîya pêşveçûna welat bikin. Divê hêşta çandin were kirin, xwarin were çêkirin, belav kirin û firotin da ku kesên din bikarin bixwin. Divê çandinî hêşta li seranserê welat were veguhêstin, serûber kirin, rêzkirin û belav kirin.
Yên ku jibo jîyana hemûyan santralên elektrîkê û bingehên avê bi rê ve dibin, ji rêberên sîyasî ne kêmtir in ku li seranserê welat bersîva belavbûna vîrusa koronayê didin an jî rêyên nû peyda dikin da ku alavên parastinê û pêdivîyên pizişkî dabîn bikin.
Serok Donald Trump got "Di wê dema pêwîstîyan de, cîhan careke din bû şahidê hêza bêhempa ya Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê,". “Li seranserê welatê me, leheng lezûbez çûn ser kar.
Bizîşk û perestîyar da ku her jîyanekê xilas bikin şevên bêxew derbaz dikin. Cotkar, ajotkarên barhilgiran, û dikandar dixebitin ku dikanên me teji bin û gelê me xwarin hebin. Malbat alîkarîya cîranên pêdivî dikin, û tevahîya civakên me jibo têkbirina wê belaya nexweşîyê pêkve dixebitin".
"Lê, karên wan kirine û hejmara jîyanên hatine parastin jibo wî welatî û mirovên welatê me cîhê rêzgirtinê ye."