Roja Karkeran 2024

Serok Biden di daxuyaniyekê de got, "Di Roja Karkeran de em hevkarîn bi hemû karkeran re yên ku netewa me ber bi astên bilind ve dibin û hemû sendîkayên karkeran yên ku hêz û deng didin hemî kedkaran."

Your browser doesn’t support HTML5

Roja Karkeran 2024

Dewletên Yekbûyî di yekemîn Duşema meha Îlonê de, Roja Karkeran pîroz dike, pîrozbahîyek jibo karkerên xwe û beşdarîyên wan di serketinên Amerîka de.

Bi peyvên Serok Joe Biden, çîna navîn Dewletên Yekbûyî ava kir, û sendîkayên karkeran çîna navîn ava kirin. Gelek rastiya wê daxuyanîyê heye.

Di dawîya salên 1860’an de, li heremên gundewarî makînayan destpê kirin ku dewsa keda destan bigrin, lê li bajarên pîşesazî yên bakurê rojhilatê welêt karên nû afirandin.

Loma, zilamên ku ji qadên pêvçûnê yên Şerê Navxweyî vedigerîyan gund terikandin da ku li bajarên pîşesazî yên ku bi lezgînî mezin dibûn kar bibînin.

Di heman demê de, pêl li ser pêlê koçber hatin, di serî de ji Ewrupayê, jibo dîtina kar û derfetên nû.

Lê, bi destxistina wan derfetan dijwar bû, jiber ku bi hezaran karkerên pîşesaziyê di fabrîk û kargehên pola û madenan de , 7 rojên hefteyê, rojane 12 demjimêran, bi piranî di bin şert û mercên dijwar, heta yên xeter de dixebitîn. Û di dawîya rojê de, mûçeyên wan bi zor têra debara jiyana wan dikir.

Loma, ew beşdarî sendîkayên karkeran bûn. Her ku endamtî zêde bû, şiyanên) sendîkayan jî zêde bû, jibo danûstandina mûçeyên çêtir û baştirkirina şertên xebatê. Wan meş rêk xistin û dema pêwîst be grev jî.

Di amadekirina yek xwepêşandanek wiha ya hêzê bi jimarî de, ya ku di 5’ê Îlona, 1882 de pêk hat, 10 hezar karkerên bajarê New Yorkê Bênvedana bêpere girtin û ji Şaredarîya Bajarê Mezin ber bi parkeke nêz ve meşîyan. Bi vî awayî beşdarîya yekemîn Roja bênveddanê ku wek Cejna kesên Karker dihat binav kirin, çêbû.

EV nêrîn, ya rojek e jibo pîrozkirina karkerên rojane deng veda û her sal meşên bi vî awayî berdewam kirin.

Herî dawî, diwanzdeh sal şûnda, di 28’ê Hezîrana 1894’an de, Kongresa Amerîka qanûnek derxist ku roja Karkeran bibe cejna neteweyî, ku di Yekemîn Duşema meha Îlonê de were pîroz kirin.

Bi peyvên Serok Grover Cleveland, yê ku pêşnivîs wek qanûn îmza kir, "Hestek rastîn ya Amerîkî ye ku rûmeta kedê û rastîya ku rûmet di keda dilsoz de ye, nas dike."

"Di Roja Karkeran de, em didin şanaz kirin, wê rastîya bingehîn û dilsozî û rûmeta kedkarên Amerîkî, yên ku hêza bextewariya Neteweya me peyda dikin," Serok Biden di daxuyaniyeke nivîskî de got.

"Di Roja Karkeran de em hevkarîn bi hemû karkeran re yên ku netewa me ber bi astên bilind ve dibin û hemû sendîkayên karkeran yên ku hêz û deng didin hemî kedkaran."