Amerîka 407 mîlyon dolar alîkarîya mirovî ya nû bo Venezuelîyan ragihand ku ew ji krîza aborî ya ku sedema wê rejîma Maduro ye zehmetîyan dikşînin.
Your browser doesn’t support HTML5
Balyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield nêzîkî 407 mîlyon dolar alîkarîya mirovî ya nû bo Venezuelîyan ragihand ku ew ji krîza aborî ya ku sedema wê rejîma Maduro ye zehmetîyan dikşînin.
Rejîma Maduro aborîya Venezuelayê lenger kirîye, bi mîlyonan hemwelatî jî neçar mane ku ji welatî bihelên û bi mîlyonan jî di nav Venezuelayê de pêdivîyê alîkarîya mirovî hêlaye. Wê daxuyanî di nîvê Hezîranê da di dema Konferansa Xêrxwazên Navnetewî ya Piştevanîya bo Penaber û Koçberên Venezuelayê de kir.
Di nîvê duyê ya sedsala bîstan de, Venezuela ya zengîna petrolê yek ji welatên herî dewlemend û aborîya herî hêzdar ya Amerîkaya Latîn bû.
Lê, di deh salên dawî de, jiber rêvebirina xirab û gendelîya rejîma Nicolás Maduro, Venezuela ket nav krîzeke aborî. Îro, yek ji sê Venezuelîyan rûbirûyê zehmetîya peydakirina xwarinê ye, sîstema bizîşkî nêzîkî hilweşînê ye û bo gelê Venezuelayê dawîya êşa mirovî ne dîyar e. Jiber vê yekê, Venezuelayî bi girseyî ji welat revîyane. Ji 2015an vir ve, ji 30 mîlyon nifûsa giştî ya Venezuela, pirtir ji 5.6 mîlyon kes ji welat revîyane.
Alîkarîya diravî ku nû hatîye ragihandin dê alîkarîya bide Venezuelîyên ku revîyane 17 welatan li seranserê Amerîkaya Latîn, û civakên ku mêvandarîya wan dike. Herwiha ew alîkarî dê jibo 7 mîlyon Venezuelîyan e ku li Venezuela dimînin û pêdivîyê alîkarîyê ne.
Balyoz Thomas-Greenfield got: "Diravên nû dê bi awayekî berfireh alîkarîya jîyanî û bingehîn yên wek xwarin, çavdêrîya tendirustî, ava vexwarinê ya ewle, cibicihkirina acîl, giheştina xizmetên karûbarên qanûnî û parastinê û derfetên jîyanê bo gelê Venezuelayê peyda bikin."
Alîkarî dê bo komên di metirsîyê de wekî jin, ciwan, LGBTQI +, û gelê xwecihî parastinê dabîn bike, û arîkarîya taybet di dema pandemîya COVID-19ê de.