“Piştî 11 salan, rejîma Sûrîyê ji me hemûyan hêvî dike ku em hovîtîyên wan ji bîr bikin. Amerîka vê yekê red dike, "Balyoz Wood got.
Your browser doesn’t support HTML5
11 sal berî vê mehê, Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî biryarnameya 2118’an derxist, di bersîva êrîşa hovane ya bi gaza jehrîn ya hikûmeta Sûrîyê li ser devera Ghouta ya Şamê.
Ew biryarname "têkbirina bernameya çekên kîmayî ya Sûrîyê di bin kontrolkirineke tund dide pêwîst kirin," Robert Wood got, Nûnerê Alternatîf yê Amerîka ji bo Karûbarên Siyasî yên Taybet li Neteweyên Yekbûyî.
"Wê destnîşan kir ku Komara Ereb ya Sûrîyê divê çekên kîmyayî bi kar neyîne, saz neke, hilneberîne, peyda neke, depo neke, neparêze, yan veneguhezîne û divê bi NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî re, OPCW re bi tevahî hevkarîyê bike, tevî dayîna jibo karmendên NY û OPCW gihîştina demûdest û bêsînor da ku kontrola her cîh û şûnan bikin, "wî got.
“D biryara 2118’an de hat gotin ku divê berpirsên karanîna çekên kîmyayî li Sûriyê werin darizandin.Bi her yek ji van tedbîran, Komara Ereb ya Sûrîyê ne tenê di bicîhkirina van xalan de têk çû, lê hember vîyana vê civatê û jibo malbatên mêr, jin û zarokên ku jiber van êrîşan êş kişandin û mirine bêrûmetîyeke mezin ji nîşan da,” Balyoz Wood got.
"Piştî 11 salan ji vê gavê, em hemû dikarin bibînin ku ev rejîm qet şerm nake," Balyoz Wood got: " Hemû lêpirsînên navneteweyî yên pirjimar gihîştine heman encamê: Rejîma Esad gelek caran dijî hemwelatîyên Sûriyê çekên kîmayî bikar anîne," wî got.
“Tevî van delîlên xurt, Komara Ereb ya Sûrîyê bicîhkirina Peymana Çekên Kîmyayî red dike, bi rêya dîyarkirina bername û cebilxaneya xwe ya çekên kîmyayî bi temamî û bi awayekî piştrastkirî. Tiştê hîn xemgîntir rastîya ku ev rejîm hîn berpirsyarîya hovîtîyên ku dijî heemwelatîyên xwe kirine, nagirê ser xwe," Balyoz Wood got.
Wek bersîvdana pabendnebûna berdewam ya Sûrîyê, Konferansa OPCW ya Dewletên Peymandar pêşniyar kir ku dewletên Peymandar jimareke tedbîrên komî wergirin, "di nav de rêgirtina şandina hin madeyên kîmyayî û alavên bi karanîna dualî bo Sûrîyê," wî got.
"Ev biryar herwiha armanc dike ku nehêle heman madeyên kîmayî û alavên bi karanîna dualî bikeve destên aktorên nedewletî, tevî komên terorîst," Balyoz Wood got.
"Amerîka bang li hemû dewletên endam dike ku van tedbîran bêyî derengmayînê bi cih bînin," wî got.
“Piştî 11 salan, rejîma Sûrîyê ji me hemûyan hêvî dike ku em hovîtîyên wan ji bîr bikin. Amerîka vê yekê red dike, "Balyoz Wood got.
“Em ji bîr nakin; emê dev jê bernedin; û em ji her neteweyê ku li ser vê maseyê rûniştine rîca dikin ku heman tiştî bikin," wî got.