Di 10 salên borî de, bi sed hezaran Sûrî hatine kuştin, 100,000’an pirtir hatine zîndan kirin û bi mîlyonan kes ji malên xwe derbider bûn.
Your browser doesn’t support HTML5
Berî deh salan, gelê Sûrî bi aramî daketin kolanan û banga bidawîkirina gendelîya hikûmetê û rêzgirtina ji mafên mirovan kirin. Daxwazên wan yên rewa ji alîyê rejîma Esad ve bi tundûtûjî hatin pelixandin dema ku hêzên leşkerî êrîş kirin ser xwepêşendarên aştîxwaz û demokrasîxwaz.
Di 10 salên borî de, bi sed hezaran Sûrî hatine kuştin, 100,000’an pirtir hatine zîndan kirin û bi mîlyonan kes ji malên xwe derbider bûn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got "Ne pêkan e ku mirov bi tevahî asta wêranbûna li Sûrîyê têbigihe, lê gelê Sûrî xwe li ber hinek tawanên herî mezin ku cîhanê vê sedsalê dîtine, girtîye.Di nav kiryarên rejîma Esad de êrîşên kîmyayî û bombên wêşî; dorpêçkirin; kuştinên bê dadgehî; desteserkirina keyfî; êşkence û karînana zarokan ya di şer de heye.
Guterres bi berdewamî got ku Neteweyên Yekbûyî dê li gor Biryara 2254’an ya Civata Ewlehîyê, jibo rêketina sîyasî ya danûstandinan bixebite ku piştgirîya nexşerêya bo guhertina sîyasî bike ku tê de agirbestek, hilbijartinên azad û bêalî û serbestkirina Sûrîyên bi keyfî hatî girtin jî hebin.
Welatên Yekbûyî yên Amerîka jî wek pabenda çareserîyeke sîyasî dimîne. Di salvegera dehan ya destpêkirina serhildana Sûrîyê de, Wezîrê Derve yê Amerîka, Wezîrê Derve yê Brîtanya û Wezîrên Derve yên Fransa, Almanya û Îtalya daxuyanîyeke hevbeş da û di çarçoveya biryara 2254’an ya Civata Ewlehîyê de, pêgirîya bi jinûve vejandina şopandina çareserîyeke aştîyane dubare kir ku maf û serfirazîya siberoja hemî Sûrîyan diparêze.
"Proseseke sîyasî ku hemî alîyan hembêz dike û zordarîya ser gelên Sûrî jîndar e. Em nikarin bihêlin ku ev malwêranî deh salên din bidome," wan di daxuyanîyê de nivîsî.
Di preskonferansekê de, Berdevikê Wezareta Derve Ned Price dîyar kir ku Beşar Esad di navenda êş û wêrankarîya mirovî ya li Sûrîyê bûye. "Wî ti tişt nekiriye ku rewabûna xwe jinûve wergire ku wî jiber helwesta xwe ya hovane ya dijî gelê xwe hinda kiribû. Ne pêkan e ku Welatên Yekbûyî yên Amerîka di demeke nêzîk de têkilîyên xwe bi hikûmeta wî re normal bike,” Price got.
"Heke dawîbûneke domdar ya vî şerî hebe, pêdivî ye hikûmata Sûrî helwesta xwe biguherîne," Price ragihand.
Wî herwiha got, "Emê hewil bidin ku piştgirîya rewşa mirovî ya gelê Sûrî bikin di vê demê de ku em jibo dawîkirina êşên wan li çareserîyeke sîyasî digerin."