Welatên Yekbûyî yên Amerîka dest bi vegerandina hema hema hemî toleyên Neteweyên Yekbûyî kir ku berê bi Biryarnameya 2231ê ya Civata Ewlekarîyê hatibûn rakirin.
Your browser doesn’t support HTML5
Welatên Yekbûyî yên Amerîka dest bi vegerandina hema hema hemî toleyên Neteweyên Yekbûyî kir ku berê bi Biryarnameya 2231ê ya Civata Ewlekarîyê hatibûn rakirin, dema ku rêketina navokî ya Îranê, ku bi fermî wekî Plana Berfireh ya Hevbeş anjî JCPOA tê zanîn, di 2015an da hatibû bidawîkirin. Heman Biryarnameya Civata Ewlekarîyê mafê bi navê “vegerandina” toleyan bê şert û merc dabû her dewleteke beşdar ku bi kar bîne, heke Îran sozên xwe yên di bin Plana Berfireh ya Hevbeş (JCPOA) da bi cîh neîne.
Wezîrê Derve Mike Pompeo di 20ê Tebaxê de Civata Ewlekarîyê derbarê biryara Welatên Yekbûyî yên Amerîka agahdar kir. Tole dê piştî 30 rojan cibicîh bibin. Ew pêngave piştî ku Welatên Yekbûyî yên Amerîka hemî rêyên dîplomatîk ceribandin, hate avêtin da ku Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî teşwîq bike toleyên çekan, ku biryar e di meha 10 da bi dawî dibe, jinûve danê ser Îranê.
Di axaftina xwe ya digel rojnamevanan da li Neteweyên Yekbûyî, Wezîrê Derve Pompeo got peyam sade ye:
"Welatên Yekbûyî yên Amerîka ti caran rê nade mezintirîn dewleta piştgira terorê li cîhanê ku bi serbestî balafir, tank, mûşek û cûreyên çekên din yên gelêrî bikire û bifiroşe. Ev toleyên Neteweyên Yekbûyî dê ambargoya çekan bidomînin.
Vegerandina toleyan dê di heman demê de Îranê ji ceribandina mûşekên balîstîk û ji çalakîyên berdevam yên navokî wekî zaxkirina materyalên navokî qedexe bike ku dikare jibo bernameya çekên navokî were bikarînan.
Wezîrê Derve Pompeo got “Serok Trump û ew rêvebirî, gotina ku rejîm tenê dû bernameyeke navokî ya aştîyane ye qebûl nake. Em ti caran nahêlîn ku Îran bibe xwedîyê çekek navokî.”
Wezîrê Derve Pompeo destnîşan kir ku cîranên nêzîk yên Îranê li Rojhilata Navîn ku di nav wan de neteweyên Civata Hevkariya Kendavê jî hene, derbarê metirsîya ji Îranê û pêwîstîya berdewamîya ambargoya çekan, Civata Ewlekarîyê hişyar kir. Wî herwiha dilgiranîya xwe dîyar kir ku Almanya, Fransa û Brîtanya, herçend bi nepenî dibêjin ku ew naxwazin ambargoya çekan were rakirin, lê jibo rawestandina wê tiştekî nakin.
"Amerîka dê beşdarî wê rêbertîya têkçûyî nebe. Amerîka wê bêdeng nemîne. Amerîka dê pêşengîyê bike… Çalakîyên îro givaşan ser Îranê zêde dikin ku wekî welatekî normal helwesta xwe bigire û were ser maseya danûstandinan.
"Em gazî civata navneteweyî dikin ku di avakirina rêketineke bihêztir de beşdarî me bibin ku helwesta Îranê ya xirab bi tevahî çareser dike û mirovên hemî netewan ku tenê dixwazin bi serbestî bijîn, ji êrîşên Îranê diparêze, ,” Wezîrê Derve Pompeo got.