Roja Oqyanusê ya Cîhanê derfetek e ku em werin ba hev û piştgirî bidin parastina oqyanusê.
Your browser doesn’t support HTML5
Roja Oqyanusê ya Cîhanê derfetek e ku em werin ba hev û piştgirî bidin parastina oqyanusê, jibo paqijkirina oqyanusê û jibo peydakirina rêyên rawestandina qirêjîya ji oqyanusê.
Jibo parastina avên Amerîkayê û wêrekkirina welatên din ku avên di bin kontrola xwe ya netewî de biparêzin, Amerîka Soza Parastina Oqyanusê dide.
"Em soz didin ku ji sedî 30 oqyanusên di bin kontrola xwe de li Amerîkayê biparêzin, û ev tiştek e ku em plan dikin ku heta sala 2030’an pêk bînin.
Amerîka di heman demê de jibo piştevanîya aborîya şîn ya domdar jî pabend e.
"Aborîyek şîn aborîyek e ku piştgirî dide parastina oqyanusê, lê di heman demê de piştgirî dide kar û barên ku ji çalakîyên oqyanusê têne peyda kirin."
"Nirxê girêdayî pîşesazîyên li ser oqyanusê dikare heta 2030’an du qat zêde bibe, û di dahatûyê da dibe ku bigihîje 3 trîlyon dolaran."
Amerîka bi piştevanîya masîgirîya domdar pabendê aborîya şîn e.
"Em her wiha li ser masîgirîya neqanûnî, neragihandî û bêrênma dixebitin, masîgirîya ku bi rengek nedomdar tê kirin, ku zererê dide civakan û debara jîyana gelek kesan li çaralîyê cîhanê dixe metirsîyê."
Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha dîplomasîyê jî dike jibo piştevanîya rêvebirîya deryayî ya bi berpirs.
Yek ji van hewldanan CMAR e, destpêşxerîya di navbera Kolombîya, Ekvador, Panama û Kosta Rîkayê de, ku Amerîka piştgirîya vê dike.
"Tiştê ku wan bijartîye ku bikin ev e ku deryayên xwe ji Kosta Rîkayê, heta Galapagosê biparêzin, ev 500,000 kîlometre çargoşe ye. Û em bo wan bibin alîkar ku li rêyan bigerin da ku piştrast bikin ku jîngeha deryayî jibo nifşên paşerojê were parastin."
Amerîka her weha digel welatên din dixebite ku bi piştevanîya welatan peymaneke cîhanî ya bo çareserkirina qirêjîya plastîk pêşve bibin.
“Niha, em gelek plastîkên xwe davêjin oqyanusê. Divê ew raweste. Û hûn dê vê bibînin: ... Ew destpêka hewildaneke jibo kêmkirina hinek ji wan kirş û gilêşan e."
“Jibo em oqyanusê xwe paqij bikin dema me diqede. Me krîza oqyanusê heye û karê me li benda me ye.”