Accessibility links

Breaking News

Gelê Darfurê Hêjayî Dadmendîyê Ye


SÛDAN-DARFUR - Milîsên Jenjewîd
SÛDAN-DARFUR - Milîsên Jenjewîd

Amerîka dê bi berdevamî ji bo piştevanîya hewildanên ICC û pêşvebirina berpirsiyariyê li cem xelkê Sûdanê bimîne.

Gelê Darfurê Hêjayî Dadmendîyê Ye
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:39 0:00
Direct link

Bi rûxandina rejîma serokê Sûdanê Omer al-Beşîr di Nîsana 2019an de hêviya dadmendiyê ku demek dirêj e hatî paşxistin ji bo gelên li herêma rojavayê Sûdanê ya Darfurê çêbûye. Serhildaneke sala 2003an rastî hovîtiyeke mezin bû ji alîyê milîşeyên Cencewîd yên hevalbendên hikûmetê ve. Leşker û polîsên Sûdanê jî di nav da bûn. Di encamê de, nêzîkî 300,000 kes mirin û 2.7 mîlyonên din jî neçar man ji malên xwe derkevin.

Berî du salan, hikûmeta nû soz da ku Sûdan dê dadmendîyê ji bo qurbanîyên Darfurê bi cih bîne, lê ew soz di Cotmeha borî da ji alîyê derbeya leşkerî ve hate paşxistin.

Digel vê yekê, di meha Nîsanê de Dadgeha Cezayê ya Navnetewî li Laheyê fermandarê payebilind yê berê yê Cencewîdê Alî Mohammed Alî Abd-al Rahman, ku baştir bi navê Ali Kushayb dihêt naskirin, derxiste ber dadgehê.

Ew bi 31 tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê re rû bi rû ye. Dadgehkirina berdewam demeke dirêj e, û qurbaniyên milîşeyên Cencewîd çîrokên xwe vedibêjin û li benda dadmendiyê ne.

Cîgirê Nûnerê Amerîkî li Neteweyên Yekgirtî Richard Mills got: "Di bingehê doza li dijî Abd-al Rahman de îfadeyên bi dehan şahidan heye, ku gelek ji wan hêşta li Darfur dijîn."

"Di van çend mehên dawîyê da, gelek ji van şahidan – ku gelek ji wan ji tundûtîjîyê rizgar bûne - bi hezaran kîlometreyan çûne Laheyê da ku çîrokên xwe bi dewê xwe bêjin."

Balyoz Mills got: Serokê berê yê Sûdanê Omer el-Beşîr û kesên din yên ku têkilî tawanên hovane yên li Darfurê bûne hatine tawanbar kirin û li benda darizandinê ne.

"Rayedarên Sûdanî serdanên Dozger û karmendên wî hêsan kirine û gavên din yên vê dawiyê havêtin ji bo dabînkirina alîkariyê bo vekolînên wan yên li Darfurê, ku ev nûçeyek pir baş e," Balyoz Mills got.

"Em bi rijdî daxwazê ji rayedaran dikin ku berdevam bin ser bicihînana erkên xwe yên qanûnî yên navxweyî û navneteweyî ... û hevkarîyê digel Dadgeha Cezayê ya Navnetewî -ICC bikin da ku dadweriyê bo xelkê Darfûrê dabîn bikin."

"Rayedarên Sûdanî divê bi berdewamî rê bidin tîmên Dadgeha Cezayê ya Navnetewî -ICC ku li hundurê welatî bigerin û bo daxwazên belge û agahdarî û arîkariyên din hevkariyê bikin, di nav wan da rêya gihîştina bê asteng bo şahidên sereke û hêsankirina hebûna berfirehtir ya ICC li herêmê."

Balyoz Mills got, "Yên ku ji alîyê ICC ve biryara girtinê hatîye dayîn, divêt bi dadweriyê re rû bi rû bimînin û bêne veguheztin bo dadgehê." "Amerîka dê bi berdevamî ji bo piştevanîya hewildanên ICC û pêşvebirina berpirsiyariyê li cem xelkê Sûdanê bimîne."

XS
SM
MD
LG