Accessibility links

Breaking News

Yekîtî Di Navbera Hevalbendên NATO’yê de Kilîta Serkeftina Ukraynayê ye


Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got ku şerê li Ukraynayê dikeve qonaxeke metirsîdar.

Yekîtî Di Navbera Hevalbendên NATO’yê de Kilîta Serkeftina Ukraynayê ye
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00
Direct link


Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg piştî civîna Konseya Atlantîka Bakur li Bruksela paytexta Belçîkayê axivî û got ku şerê li Ukraynayê dikeve qonaxeke metirsîdar. “Heke Rûsya dest ji şerî berde, dê aştî pêk bihêt. Heke Ukrayna dest ji şerî berde, ew dê wekî neteweyek serbixwe hebûna xwe dawî bike. Ji ber vê yekê divêt em hem bo Ukraynayê û hem jî bo xwe tekoşînê berdewam bikin."

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî vê ramanê parve dike. Blinken got “Em ji Lûtkeya NATO’yê bi Konsepteke Stratejîk ya nû derketin. Em li Ukraynayê dijî êrîşa Rûsyayê derketin. Me ew yek bi hev re kir".

"Yekîtiya me ya li vir li NATO’yê, di nav hevalbendî û hevkariyên me yên li Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navnetewî de, ji bo pêşvebirina armancên me girîng e - armancên hevpar yên piştevanîya şîyanên Ukraynayê ya ji bo berevanîya xwe, bo domandina giwaşên li ser Rûsyayê û êrîşkariya wê, û herwiha ku em tekez bikin ku Ukrayna di rewşa herî xurt de ye dema ku şert û mercên gotûbêjan çê dibin."

Ji bo wê armancê, wezîr Blinken zêdetirî 2.8 mîlyar dolar alîkariya ewlehî ya zêde bo Ukraynayê û hem jî bo cîranên wê ragihand.

"Ev piştevanî 675 mîlyon dolaran alîkariya leşkerî ya nû bo Ukraynayê li xwe digire. Blinken got, "Ev beşek ji bîstemîn dabînkirina alavên leşkerî ye ku Serok Biden daye destpêkirin û vedigere berî êrîşa Rûsyayê." Di nav wan da sîstemên havêtina mûşekan, cebilxaneya topan, sîstemên dijî tankan hene. Dabînkirina bîstemîn niha bi tevahî 14,7 mîlyar dolar e.

Beşek ji van diravan dê alîkariya hevalbend û hevkarên me yên Ewropî bike ku dest bi proseya amadehîyê bikin ji bo pêşîlêgirtin û, heke pêwîst bike, berevaniyê li dijî êrişên Rûsyayê yên di salên pêşîya me da bikin.

"Serok Pûtînî difikirî ku ew dê NATOyê parçe bike û lewaz bike. Îro Hevbendî gelek ji berê bihêztir û yekgirtîtir e, û xwedî pirtir jêderan e.”

Digel wan gotinan, wezîr Blinken pêdagirî kir ku "Dîplomasî yekane rê ye ku bi tekez dawîyê ji şerê êrişkar yê Rûsyayê bîne. Em vê gavê tu nîşanekê ji Rûsyayê nabînin ku ew dê amade bibe ku bi ciddî dîplomasiyeka wiha bişopîne, lê heke û gava ku ew dem têt, Ukrayna divêt di rewşa herî bihêz de be," wezîr Blinkenî serda got.

"Û ji ber vê yekê gelek girîng e ku em berdewam bin û em yekgirtî bimînin - bo piştevanîya Ukraynayê, bi hevalbend û hevkarên xwe re yekgirtî bin, heta ku pêwîst bike yekgirtî bin," Wezîr Blinken di dawîya axivtina xwe da got.


XS
SM
MD
LG