Accessibility links

Breaking News

Destxistina Pêngaveke Dîrokî di Çekên Kîmyayî de


"Ev cara yekê ye ku sazîyeke navneteweyî jinavbirina tevahîya beşên çekên wêrankar yên girseyî piştrast dike," Cîgirê Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkî William LaPlante got.

Destxistina Pêngaveke Dîrokî di Çekên Kîmyayî de
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

Di 7'ê Tîrmehê de, Amerîka ragihand ku wê jinavbirna ewle a stokên xwe yên çekên kîmyayî yên kevin bi dawî kir, ev pêvajo berhengarîyeke teknolojî zor û dijwar bû ku zêdetirî 30 salan berdewam kir. Bi vî awayî, Amerîka, weke endameke di girbestîya Çekên Kîmyayî ya sala 1997'an de soza xwe ya serekî pêk anî.

Serok Joe Biden di daxuyanîyekê de got ku jinavbirna cebilxaneyên dawî yên di stokên Amerîkî de me gaveke din nêzîkî cîhaneke bê metirsîya çekên kîmyayî dike.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) piştrast kir ku bi vê gava jinavbirina stokên cebelxaneyên Amerîkî, niha hemî stokên çekên kîmyayî yên ku dewletên hevalbend hatine ragihandin, bi awayekî bê veger hatine jinavbirin. "Ev cara yekê ye ku sazîyeke navneteweyî jinavbirina tevahîya beşên çekên wêrankar yên girseyî piştrast dike," Cîgirê Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkî William LaPlante got.

Di Şerê Cîhanê yê Yekê de cara pêşîn bû ku çekên kîmyayî di pevçûnên nûjen de hatin bikaranîn. Tirsa jiber êş û azarên ku çêkir- ji xeniqandin, şewitandin û behnçikandinê -- hişt ku netewên cîhanê li hev kom bin û rê liber bikaranîn, berhemanîn û berhevkirina wan bigirin û qedexe bikin.

Bi ser ku jinavbirna stokên ragîhandî serkeftinek mezin e, lê hîna jî metirsîya çekên kîmyayî berdewam dike: çar welat tev li Peymana Çekên Kîmyayî nebûn; û çekên kîmyayî yên neragihandî jî yên dewletên hevalbend metirsîyek pir mezin e.

Di van salên dawî de, rejîma Esed li Sûrîyê, ku peymana çekên kîmyayî CWC îmza kirîye, gelek caran çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bi kar anîye. Hevalbenda wê, Rûsya, ku di heman demê de jî li ser peymana CWC îmza kirîye, ne tenê Sûrîyê ji berpirsîya bikaranîna çekên kîmyayî parast, lê wê bixwe jî gaza Novichok ya têkbirina asaban du caran di êrîşên xwe yên dijî rêberê opozîsyona Rûsî Aleksey Navalny bi kar anî.

Serok Biden got: "Ez berdewam handana welatên mayî dikim ku beşdarî Peymana Çekên Kîmyayî bibin da ku qedexeya cîhanî li ser çekên kîmyayî bigihîje asta xwe ya herî bilind. Divê Rûsya û Sûrîye vegerin bin sîdara Peymana Çekên Kîmyayî û li xwe mikur werin ku bernameyên xwe yên neragihandî di kiryar û êrîşên hovane de ku bi kar tînin.”

Serok ragîhand "Emê jibo qedexekirina hilanîn, hilberandin û bikaranîna çekên kîmyayî ya li seranserê cîhanê, piştpalîya xwe ligel Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî bidomînin. Û emê bi hevkarên xwe re bê rawestan bixebitin ku cîhanê ji vê belayê bi awayekî mayînde rizgar bikin."

XS
SM
MD
LG