Accessibility links

Breaking News

Sedemeka Zêrîn a Nû Li Amerîkayê Dest Pê Dike


Serokê Amerîkayê Donald Trump gotara xwe ya sondxwarinê, di roja sondxwarina serokatiyê de li hola Rotunda ya Kongrêsê pêşkêş dike. 20ê Çile, 2025.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotara xwe ya sondxwarinê, di roja sondxwarina serokatiyê de li hola Rotunda ya Kongrêsê pêşkêş dike. 20ê Çile, 2025.

Serok Trump destnîşan kir ku "Amerîka wê cihê xwe yê rewa vegerîne wek welatê herî rêzdar, herî hêzdar yê li ser rûyê erdê, ku sam û îlhamê dide tevahîya cîhanê."

Sedemeka Zêrîn a Nû Li Amerîkayê Dest Pê Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00
Direct link

Serok Donald Trump di gotara xwe ya yekê ya ji xelkê Amerîkayê re wek serokê 47’an de dîyar kir ku "Ez bi bawerî û geşbîn vedigerim seroktîyê ku em di destpêka serdemek nû ya kelecan ya serketina niştimanî de ne."
“Azadîyên me û çarenivîsa birûmet ya gelê me wê êdî neyê înkar kirin. Û emê demûdest yekitî, kêrhatîbûn û dilsozîya hikûmeta Amerîkayê vegerînin,” wî got.

Serok Trump got ku, "Rêwîtîya jibo vegerandina komara me ne hêsan bû."
“Tenê çend mehan berê, li zeviyek bedew ya Pennsylvania, guleya kujerekî li guhê min ket. Lê min wê demê hest kir û niha hîn bêtir bawer dikim ku jiyana min jiber sedemekê xelas bû. Ez ji hêla Xwedê ve hatim xelaskirin da ku Amerîkayê dîsa mezin bikim," wî got.

û wiha berdewamî kir, "Jiber vê yekê her roj ... emê bi armanc û bilez tevbigerin da ku hêvî, bextewarî, ewlekarî û aştiyê jibo welatîyên ji her nijad, ol, reng û bawerîyê vegerînin."

Serok Trump dîyar kir ku ewê bi îmzakirina rêzek fermanên rêvebirî dest bi serdema xwe bike da ku dest bi "nûavakirina tam ya Amerîkayê û şoreşa hişmendîya giştî " bike.

Pêşî, Serok Trump li ser sînorê başûr rewşa awarte ya neteweyî ragihand. Ev yek pêvajoya vegerandina bi mîlyonan biyaniyên sûcdar cihên ku jê hatine, dide destpêkirin.

Serok Trump çeteyên madeyên hişbir yên wek rêxistinên terorê yên biyanî destnîşan kir.
Di hewlek daxistina enflasyonê de, Serok Trump rewşa awarte ya enerjîyê ya neteweyî ragihand bi armanca ku hilberîna neft û gaza xwezayî ya Amerîkî bilez bike.

"Amerîka wê careke din bibe welatekî pîşesaz, û tiştek me heye ku ti welatek din yê pîşesaz qet nebe - qebareya herî mezin ya neft û gazê ya ji her welatekî din li ser rûyê erdê - û emê wê bi kar bînin," wî got.
Serok Trump eşkere kir ku "Emê mîna sala 2017’an, dîsa artêşek herî xurt ya ku cîhanê heya niha dîtiye ava bikin."

"Emê serketina xwe ne tenê bi şerên ku em serdikevin, lê di heman demê de bi şerên ku em bi dawî dikin jî bipîvin - û dibe ku ya herî girîng, şerên ku em qet nakevin nav," wî got.

Serok Trump destnîşan kir ku "Amerîka wê cihê xwe yê rewa vegerîne wek welatê herî rêzdar, herî hêzdar yê li ser rûyê erdê, ku sam û îlhamê dide tevahîya cîhanê."

"Emê bi cesaret rawestin, emê bi serbilindî bijîn, emê bi wêrekî xeyal bibînin û wê ti tiştek li ser rêya me nesikene jiber ku em Amerîkî ne. Siberoj ya me ye û serdema me ya zêrîn niha destpê kir," wî got.

XS
SM
MD
LG