Accessibility links

Breaking News

Zilma ser Kesên LGBTQI li Îranê


Raportorê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Rewşa Mafên Mirovan li Îranê dilgiranîya xwe dîyar kir li hember reftara digel kesên lezbîyen/jinebî, nêramê, hevzayend, transseksuel û zarok jî di nav de.

Abuse of LGBTQI Persons in Iran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

Raporeke nû ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa mafên mirovan li Îranê wêneyek reş û xemgîn radixe ber çavan. Raportorê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Rewşa Mafên Mirovan li Îranê, Cevat Rehman dilgiranîya xwe derbarê gelek binpêkirinan dîyar kir di nav wan da reftara hember kesên lezbîyen, nêramê, hevzayend, transseksuel û zarok jî di nav da.

Civata LGBTQI li Îranê ji alîye rayedaran ve rûbirû yê zilm û destdirêjîyek dijwar e. Têkilîya cinsî ya ji dil di navbera mezinên ji heman zayendî da li Îranê tê tawanbar kirin û cezayê darvekirinê dikare were dayîn. Raportorê Taybet Rehman di rapora xwe de nivîsî, "Tawanbarkirina kiryarên ji dil yên hevzayendan şîdeta aktorên dewletê û takekesên taybet rewa dike, di nav da karînana êşkence, lêdan û destdirêjîyê ji alîyê dadwer û çeteyan ve."

Bi taybetî di nav dilgiranîyên mezin de, Rehmanî amaje bi raporên ku LGBTQI û zarok rastî şokên elektrîkê, karînana hormonan û dermanên psîkoaktîf yên bi hêz hatine – ew kiryar li gor raporta Neteweyên Yekbûyî, " êşkence û zilim, reftara nemirovane û rûreşî, berpirsîyên dewletê yên di bin Peymana Navnetewî ya Mafên Sivîl û Siyasî û Peymana Mafên Zarokan da binpê dike. "

Rapora herî dawî ya mafên mirovan ya Wezareta Derve ya Welatên Yekbûyî li ser Îranê, binpêkirinên ku civaka LGBTQI armanc digire, di nav da kuştin an jî celdekirin wekî cezayên jibo têkilîya cinsî ya ji dil û herwiha darizandinên demûdest jibo kesên ku bi "sadomî" têne tawanbarkirin jî destnîşan kir. Wekî din, Wezareta Derve dîyar kir ku hêzên ewlehîyê kesên ku wan gumana LGBTI li ser heye "destdirêjî lê kirin, girtin û desteser kirin " û amaje bi raporên Rêxistinên Sivîl yên nehikûmî kirin ku "rayedaran givaştin li kesên LGBTI kirine da ku emelîyata guhertina zayendî bikin."

Di 4ê Sibata 2021an da, Serok Joe Biden belgeyek seroktîyê îmza kir, ku radihîne, "Ew dê sîyaseta Welatên Yekbûyî be ku dawî li tundî û cûdakariya li ser bingehê meyla zayendî, nasname yan jî îfadekirina zayendî, yan jî taybetmendîyên zayendî bîne û bi hêza mînaka xwe di qezîya pêşvexistina mafên mirovan yên kesên LGBTQI li seranserê cîhanê pêşengîyê bike. "

Di daxuyanîyeke di heman rojê da, Wezîrê Derve Antony Blinken ew tekoşîna bidawîkirina binpêkirinên dijî kesên LGBTQI bi nav kir û got "ew zehmetîyek cîhanî ye ku pabendîya me ya sereke ye jibo pêşxistina mafên mirovan û azadiyên bingehîn jibo hemû kesan."

Welatên Yekbûyî yên Amerîka Îran jî di nav de bang li hemî welatan dike ku qanûnên mirovan li ser bingeha nasnameya cinsî yan jî nasnameya zayendî tawanbar dike, betal bikin. Wekî Wezîrê Derve Blinken dîyar kirî, "pêşvebirina mafên mirovan jibo hemû kesan, bêyî îstîsna û hişyarî, pêşîtîya sîyaseta derve ya Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê ye."

XS
SM
MD
LG