Accessibility links

Breaking News

Bahreyn û Îsraîl Têkilîyan Normal Dikin


Di kêmtirî mehekê de, Welatên Yekbûyî yên Amerîka navberîya du rêketinên aştîyê yên dîrokî li Rojhilata Navîn kir, ya herî dewî di navbera Îsraîlê û Bahreynê de bû.

Bahreyn û Îsraîl Têkilîyan Normal Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00
Direct link

Di kêmtirî mehekê de, Welatên Yekbûyî yên Amerîka navberîya du rêketinên aştîyê yên dîrokî li Rojhilata Navîn kir, ya herî dewî di navbera Îsraîlê û Bahreynê de bû. Ya yekê di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî de bû.

Bi ruhê aştî û hevkarîyê, Bahreynê qebûl kir ku têkilîyên xwe yên dîplomatîk digel Îsraîlê normal bike. Ew dê balyozxanan vekin û ji hevdu re balyozan bişînin û dest bi firînên rasterast di navbera welatên xwe de bikin û di gelek sektoran de dest bi hevkarîyê bikin, ku di nav wan de tendirustî, karsazî, teknolojî, perwerde, ewlehî û çandinî hene.

Serok Trump got ku di 72 salên borî de digel Îsraîlê tenê du rêketinên aştîyê yên din hene û "ez gelek hêvîdar im ku dê dû re dê pirtir hebin." Bi rastî, rêketinên digel Bahreynê û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî dibe alîkar ku hêvîyên peydakirina aştîyeke adil û mayînde di navbera Îsraîl û Filistînîyan de pêş bikeve.

Piştî dehsalên bêaramî û krîzan, şert û mercên li Rojhilata Navîn di nav sê salên dewî de gelek baştir bûne, Serok Trump got.

"Min bawerîya xwe digel hevalbendên me yên herêmî nû kir û pêkve me xilafeta DAIŞ'ê %100 têk bir; tûndreyên ku navê Îslamê xirab dikin û towê bêaramîyê diçînin dûr êxistin. Îro, neteweyên li seranserê herêmê û li seranserê cîhanê tên cem hev, ji dûrê xirabîyên ku terorê didomînin, di armanca xwe ya jibo avakirina paşerojeke baştir dibin yek. "

Serok Trump, jibo wêrekîya wan ya pêkanîna wê rêketina dîrokî spasîya serokên Îsraîlê û Bahreynê kir:

"Rêberîya wan piştrast dike ku paşeroj dikare bi hêvîyan tijî be û ne pêdivî ye ku bi nakokîyên berê ve were girêdan. . . .Jiber ku pirtir welat têkilîyan bi Îsraîlê normal dikin - ku em bawer dikin dê zûtir çêbibe, herêm aramtir, ewletir û zengîntir bibe.

Welatên Yekbûyî yên Amerîka, di vê dema ku ew jibo avakirina paşerojeke geştir û hêvîdartir dixebitin, dê desteka xwe jibo gelên Rojhilata Navîn bidomîne.

XS
SM
MD
LG