Accessibility links

Breaking News

Kuştina Barbarîk ya Rojnamevanê Îranî


Ruhollah Zam
Ruhollah Zam

Ji bo rejêma Îranê ya zordar jî, revandin û darvekirina rojnamevanê cûdabîr Ruhollah Zam gelekê balkêş bû ji ber hovatiya rijêmê bi xwe û piştgûhxistina sor û sor ya pîvanên navneteweyî.

Kuştina Barbarîk ya Rojnamevanê Îranî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:50 0:00
Direct link

Îranê damezrênerê malpera navdar ya dijî-rejîmê AmadNews di 12ê Kanûnê de bidarvekir, çend rojan piştî ku dadgeheka Îranê cezayê darvekirinê jêre vebirî bi tawana bi navê belavkirina fesadê li ser erdê.

Lê tawana Rêzdar Zam ya rastîn bi dîtina rayedarên Îranê, retkirina desthilata wan bû û eşkerekirina durûtiya wan.

Dema kû li Fransayê wekî penaberekê siyasî dijî, li gora daxweyaniyan, birêz Zam ji alîyê Nobedarên Şoreşa Îslami ya Îranê IRGC ve hate revandin û di sala 2019 de wa ew anîn Îranê. Ew di Sibata 2020 de hate dadgeh kirin û bi handana xwenîşandanên 2017 dijî hukûmetê hate tawanbarkirin, û mikurhatina wî ya bi zorê li ser televîzyonê hate weşandin. Ew di Hezîranê de hate mehkûm kirin.

Wezîrê Derve yê Amereîka Mike Pompeo Îdamkirina birêz Zam bi tundî şermezar kir, û ew bi karekî "neheq" û "barbarîk" bi nav kir. Di peyamekê twitter ê de wî da zanîn ku "Zam hovîtî û gendeliya rejîmê eşkere kir ku di 41 salên desthilatdariya xwe ya zordarîyê de bêtirî 860 rojnamevan kuştine an girtiye. Wezîr Pompeo got jî, "Gelê Îranê hêjayî medyayek azad û hemerenge, ne sansurkirin, girtin û darvekirina rojnamevanan."

Civaka navneteweyî jî bi kuştina Ruhollah Zam tûrre bû. Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet got ku ew ji darvekirina Zam "ecêbmayî" ye. Wê got ku doza Zam "nîşana şêweyê îtîrafên bi zorê bû ku di bin îşkenceyê de hatî wergirtin û di medyaya dewletê de tê weşandin û weka binaxe jibo gunehbarkirina mirovan tê bikar anîn."

Sherîf Mansour ji Komîteya Parastina Rojnamegeran kûştina Zam wekî "hovatî û bêşermî" binav kir.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Derve ya Fransa darvekirina Zam bi karekî "barbarîk û ne pesendkirî" bi nav kir, û Fransa bi tenişt Elmanya, Austirya û Italya re beşdariya xwe di Foruma Karsaziyê ya Ewropa Îranê de ragirt kû li berbû li 14ê Kanûna pêşîn were li darxistin.

Pêşvenêrê Taybet ê Amerîkî jibo Îran û Venezuela Elliott Abrams dîyar kir ku darvekirina Zam piştî darvekirina qehremanê zoranbazê Îranê Navid Afkari bû di Îlonê de. Birêz Abrams got "Ew bîranînek dî ye ku em bi rejîmek hov û radîkal re serederiyê dikin kû qanûn û pîvanên navneteweyî piştguh dêxe bi mebesta kû bibe xwedan hêz û desthelat," ew pêveço û got, "Ji ber vê yekê gelekê girîng e ku ev welatê pêşeng a cîhanê piştgirî dide terorîzmê na be qet çekê herî kujerê cîhanê bi dest bêxe."

XS
SM
MD
LG