Accessibility links

Breaking News

Biden di Hilcivîna G-20'an de


Rêberên G-20’an, ku xwedî aborîyên herî mezin yên cîhanê ne, di vê demê de ku cîhan ji pandemîya COVID-19ê derdikeve, hin pirsgirêkên herî girîng ku li benda çareserkirinê ne, gotûbêj kirin.

Biden di Hilcivîna G-20’an de
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00

Piştî nêzîkî du salan di civîna yekê ya rûbirû de, rêberên G-20’an, ku xwedî aborîyên herî mezin yên cîhanê ne, gelek pirsgirêkên herî girîng yên ku divê werin çareser kirin, gotûbêj kirin dema ku cîhan ji pandemîya COVID-19ê derdikeve.

Serok Joe Biden got ew "saleke dijwar bû jiber pirsgirêkên gerdûnî ku di nav wan de yên girîng: bidawîkirina pandemîyê, zîndîkirina berfireh û domdar ya aborîya cîhanê, û rûbirûbûna krîza keşûhewayî hebûn."

"Ez bawer dikim ku me di wan mijaran de pêşketinek berbiçav pêk anî, hinekî jî jiber pabendbûna ku Amerîkayê anîye ser maseyê" wî got.

Hinek gotûbêjên herî girîng li ser rê û rêbazên pêkan bûn da ku aborîya cîhanê ji xetimandinê derxin. Di nav pirsgirêkên serekî yên ku zîndîbûna aborîyê asteng dikin, hêdîbûna bazirganîyê ya li seranserê cîhanê ye jiber zincîra dabînkirinê, û nedana bacê ji alîyê kompanîyên pirnetewî ve.

Serok Biden destnîşan kir ku pandemîya COVID-19ê di zincîrên dabînkirinê de astengîyên pir mezin çêkirine.

Wî herwiha got "min niha civîneke bi gelek hevkaran re bi dawî kir ku em dê çawa bikarin pirsa zîncîrên dabînkirinê ku cîhan rûbirû maye çaresr bikin û emê çawa xwe jibo tengahîyên sibêrojê yên wekî pandemî, keşûhewa û felaketên din baştir amade bikin.

Rêberên G-20’an soz dan ku ewê ji nêzîk ve pirsgirêkan ku di nav wan de astengîyên zîncîra dabînkirinê û bo piştgirîya zîndîkirina aborîyê teşwîqa pîvanên netewî jî hene, bişopînin.

Di heman demê de, ew li ser reformên bacê yên navnetewî yên dîrokî jibo damezrandina sîstemeke bacê ya dadperwertir û bi îstîqrar pêk hatin. Reform di nav xwe de ji % 15 baca herî kêm ya gerdûnî li ser kompanîyên pirnetewî datîne de ku nehêle ew qazancan biguhezînin herêmên baca wan kêm. Di reforman de hinekî jinûve dabeşkirina mafên bacê jî heye ku rastîyên cîhana karsazîya nûjen nîşan bide.

Serok Biden got,"Ev ji bo hemî welatên me serketinek gelek girîng e".

"Li şûna ku netew dijî hev hevrikîyê bikin ku bi kêmkirina rêjeyên baca bazirganîyê. berhemkarîyê bikşînin, ew e baca herî kêm 15% destnîşan dike ku garantî bike ku fîrmayên mezin bi awayek dadwerî dest bi dayîna pişka xwe bikin, bingehê karsazîya wan li kuderê be, li şûna veşartina qazancan li derveyî welatî."

Serok Biden di dawîyê de got, "Em bi rastî li yek ji wan xalên dîrokê de ne." "Gelek tişt tên guhertin. Ser maseyê gelek tişt dilivin. Û dê çawa ew jinûve cihbicih bibin girêdayî biryara me ye, ka Amerîka digel welatên din, dê bikare rêberîya cîhanê bike ber bi rêyeke ku standarda jîyanê bilind bike bo xebatkarên vl derê yên derveyî welat dijîn.

XS
SM
MD
LG