Accessibility links

Breaking News

Pêşîgirtina DAIŞ’ê li Afrîqayê


Di dawîya Adara 2019'an de, gruba terorîst DAIŞ li Baxoz, navenda xwe ya dawî li Sûrîyê, têk çû.

Pêşîgirtina DAIŞ’ê li Afrîqayê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
Direct link

Di dawîya Adara 2019'an de, gruba terorîst DAIŞ li Baxoz, navenda xwe ya dawî li Sûrîyê, hat têk birin, ji alîyê gelek hêzên herêmî ve bi piştgirîya 83 endamên Hevpeymanîya Navnetewî ya têkbirina DAIŞ’ê. Rizgarkirina bajarokê Baxoz tê vê wateyê ku xîlefeta ku DAIŞ’ê xwe bi xwe ragihandibû êdî nemaye. Ew xalek û pêşveçûneke girîng bû, lê ew eşkereyî ne nîşana rûxandina DAIŞ’ê bixwe bû, Cîgirê Kordînatorê Karûbarê Dijî Terorê yê Demkî û Cîgirê Nûnerê Taybet yê Hevpeymanîya Navnetewî bo têkbirina DAIŞ’ê John Godfrey got.

Di dawîya 2019'an da, DAIŞ’ê jinûve rêxistina navxweyî çêkir "ku biryar girtin û çavkanîyan ser şax û sazîyên xwê yên li seranserê cîhanê belav bike," Godfrey got. "Li ti cîhekî ev bizav wekî ya li Afrîqayê metirsîdar nebûye."

Metirsiya terorîstî, hem ji komên girêdayî DAIŞ’ê û hem jî ji komên girêdayî El-Qayde, ne tenê di van çend salên borî de mezintir dibe, lê rêjeya wê mezinbûnê jî zêde bûye. Ew sedemek e ku Welatên Yekbûyî li seranserê Afrîqayê li ser gelek çalakîyên dijî-terorîzmê bi hevalbendan re hevkarîyê dike.

"Nêzîkbûna me ne tenê rawestandia ser ya alîyê ewlehî ye, lê bersîvdana sedemên sosyoekonomîk yên wê gefê û pêşîgirtina peyamên DAIŞ’ê ye û herwiha peydakirina derfetên mezin yên aborîyê û bo berxwedana civakî ku alaqaya tundrêbûnê were kêm kirin, " Michael Gonzales, Alîkarê Wezîrê Derve bo Karûbarên Afrîqayê got.

Di çar salên borî da, hewildanên Welatên Yekbûyî li ser Sahel radiweste, Kordînatorê Demkî Godfrey got. Li rojhilat, li Somalî, em hinek pêşve çûne di kêmkirina şîyanên el-Şebabê ya plankirin û bicîhanîna êrîşan li nav Kenyayê. Li Sahela Rojavayî, Welatên Yekbûyî bi Fransa û hevalbendên din re hevkarî dike ku sedemên bêaramîyê çareser bike.

Herî dawî, Welatên Yekbûyî li Saharaya Afrîqayê li dijî du hevalbendên DAIŞ’ê gav avêtin. DAIŞ-DRC, ku piranî li Herêmên Bakurê Kivu û Ituri li Komara Demokratîk ya Kongo çalak in û DAIŞ-Mozambîk, ku bi piranî li Herêma Cabo Delgado ya Mozambîkê çalak e, wekî Rêxistinên Terorîst yên Bîyanî hatine destnîşan kirin. Her du rêxistinên terorîst û rêberên wan jî wekî Terorîstên Cîhanî yên bi Taybetî Navnîşankirî hatin destnîşan kirin.

"Kordînatorê Demkî Godfrey got:" Destnîşankirin yek ji wan amûrên me yên herî girîng e ku em piştgirîya darayî û torên ku komên terorîst jibo belavkirina tundûtîjîyê û pêkînana êrişan pêdivî ne, têk bibin.

"Heke em bi têkbirina mayînde ya cîhanî ya DAIŞ’ê pabend bin ku em birastî pabend in, hingê divê em li Afrîqayê derkevin pêşîya wan."

XS
SM
MD
LG