Accessibility links

Breaking News

Parastina Kampusên Zanîngehên Amerîkî li Dijî Partîya Komunîst ya Çînê


Partîya Komunîst ya Çînê (PKÇ) bi taybetî li ser kampusên zanîngehên Amerîkî çalak e û hewil dide ku bi rêya diravan bandorê lê bike û lêkolînên hêja bidize:

Parastina Kampusên Zanîngehên Amerîkî li Dijî Partîya Komunîst ya Çînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00
Direct link

Heta ku tevahîya cîhana azad rêya ku Çîn îro li ser têgehişti gelek dirêj kêşa Wezîrê Derve Mike Pompeo di axaftineke li Enstîtuya Teknolojîyê ya Georgia got.

Bo demeke dirêj, pir kesan digot bi têkilî û danûstandinên bazirganî digel Çînê dê Partîya Komunîst ya Çînê di dawîyê de azadîya aborî û sîyasî hembêz bike û bi vî rengî dê jibo azadîyê li seranserê cîhanê kêmtir metirsîyê çêbike, Wezîrê Derve Pompeo dîyar kir û ser de got:

"Li şûna wê, komunîstên Çînî zengînîya ku bi vê yekê hatî afirandin bi kar anî da ku hêza xwe qahîm bike, destê hêza xwe li ser gelê Çînê xurtir bike û ku dewleteke zordar ya teknolojîya bilind ku di cîhanê de nehatîye dîtin, ava bike."

Wezîrê Derve Pompeo got: "Partîya Komunîst ya Çînê dizane ku ew ti caran nikare bibe henkîfê nûjenkirina yan jî înovasyona [Amerîkî]." Jiber vê yekê ye ku Partîya Komînîst ya Çînê bi taybetî li ser kampusên zanîngehên Amerîkî çalak e û hewil dide ku bi rêya diravan bandorê lê bike û lêkolînên hêja bidize:

"Gelek zanyarên Amerîkî hene – ku bi gelemperî bi fînansmana bacên Amerîkîyan lêkolînan dikin û bi bernameyên wergirtina kesên zîrek ji alîyê Partîya Komunîst ya Çînê ve hatine kêşandin. Partîya Komunîst ya Çînê li gor wan sermayekê dide wan da ku di mijarên xwe de bo Çînê yan jî li Çînê lêkolînan bikin û paşî jî gelek caran berhemên hêza mêjîyên wan jibo avakirina hêza xwe ya leşkerî bi kar tîne. "

Hinek qurbanîyên herî mezin yên Partîya Komunîst ya Çînê li kampusan hemwelatîyên Çînî yên bêguneh in. Hin xwendekerên ji Çînê li zanîngehên Amerîkî ditirsin ku malbatên wan li Çînê dê werin lêpirsîn heke ew bi awayekî vekirî derbarê mijarên ku ji alîyê Partîya Komunîst ya Çînê ve hesas an jî nîqaşbar tên dîtin, biaxifin.

Wezîrê Derve Pompeo her wiha ji lêkolîneran xwest ku li dijî sextekerî û dizîyê hişyar bin û diravên Partîya Komînîst ya Çînê red bikin. Wezîrê Derve Pompeo got: "Em nikarin rê bidin vê rejîma zalim (PKÇ) nûjenîyên me bidizin, da ku hêza xwe ya leşkerî ava bikin û mêjîyê mirovên me bişon, anjî sazîyên me bikirin da ku alîkarîya wan bikin ku van çalakîyan veşêrin." Wî ji rêvebirên zanîngehên Amerîkî xwest ku Enstîtuyên Konfuçyus bigirin û lêbipirsîn ku komên bi navê xwendeker yên ji alîyê Partîya Komînîst ya Çînê ve têne destek kirin bi rastî li kampusan çi dikin.

Wekî din, xwendekerên Amerîkî divê bi wêrekî bo azadîya axaftinê jibo xwe û jibo hevtayên xwe yên Çînî yên li kampusan rabin ser pêyan.

Wezîrê Derve Pompeo bang kir û got: "Werin em pankarta azadîyê bo parastina xwendingehên xwe pêşve bibin, yên ku ev sazîyene li ser hatine ava kirin." "Ew dê alîkarîya ewlehîya me ya netewî bike. Û ji gefa navendî ya serdema me, Partîya Komunîst ya Çînê."

XS
SM
MD
LG