Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê li rex gelê Lubnanê yê ku dibêje "wek berê nayê qebûl kirin."
Lubnan bi dehsalan e jiber xirab rêvebirina hikûmetê, gendelîyê, û hercar serneketina serokên Lubnanî bo pêkanîna reformên watedar û domdar, di krîzeke aborî ya dijwar da derbaz dibe. Teqîna wêranker ya 4ê Tebaxê bangên gelê Lubnanê mezintir kirin jibo reformên aborî û sazûmanî, rêvebirîyeke çêtir û bidawîkirina gendelîya berfireh ya ku li Lubnanê belav bûye.
Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê li rex gelê Lubnanê yê ku dibêje "wekî berê nayê qebûl kirin." Gava ku gelê Lubnanê jiber krîza aborî û pandemîya COVID-19ê zehmetîyan dikşîne, Hîzbullaha bi piştgirîya Îranê û alîgirên wê gendelîya sîyasî ya berfireh ku bi dehsalan e li Lubnanê belav bûye, bi kar tîne ku çalakîyên xwe yên terorîstî û neqanûnî pêşve bibe.
Di 8'ê Îlonê da, Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê du wezîrên berê yên hikûmetê Yusuf Finyanus û Alî Hassan Xelîl, jibo piştgirîya madî bo Hîzbullahê, li gor Fermana Rêvebirîyê ya 13224, destnîşan kirin.
Wezîrê Derve Mike Pompeo di daxuyanîyeke nivîskî da got "Finyanus û Xelîl, dema ku di kabîneyên berê yên Lubnanê de cih digirtin alîkarîya sîyasî û aborî bo Hîzbullahê kirin," di heman demê de piştrast kirin ku kampanîyên Hîzbullahê kontratên hikûmetê yên bi mîlyon dolaran bistînin û diravan ji wezaretên hikûmetê bo sazîyên girêdayî Hîzbullahê bi rê kin. ”
Yusuf Finyanus wezîrê berê yê veguhastinê ye û Alî Hesen Xelîl wezîrê berê yê darayî, tendirustî û çandinîyê ye. Her du zilaman postên xwe xirab bi kar anîn da ku diravên gel bo gruba terorîst terxan bikin.
Wezîrê Derve Pompeo got: "Hebûna Hîzbullahê bi sîstema qirêj ya sîyasî ya Lubnanê ve girêdayî ye." "Her kesê ku alîkarîya pêşketina berjewendîyên Hîzbullahê yên sîyasî yan jî aborî dike, zararê dide pişka rêvebirîya bi karîger û fînansekirina terorê sanahî dike."
Wezareta Xezînê di daxuyanîyeke nivîskî da dîyar kir ku “krîza piralî ya Lubnanê jiber gendelîya dehsalan û xirab rêvebirina aborîyê ye. … Ji meha 10an ya 2019an vir ve, xwepêşandanên gelêrî û mezhebî li seranserê welat, reforma sîyasî û aborî ji Lubnanê dixwazin. Bangên xwepêşanderan jibo "hemîyan, bi wateya hemîyan" micitîya wan ya jibo reformê û Hizbullah jî di nav de, rakirina perdeya gendelîyê, ya ser hinek koman nîşan dide.
"Wezîrê Xezînê Steven Mnuchin got: "Gendelî li Lubnanê mişe heye û Hîzbullah sîstema sîyasî bi kar tîne ku bandora xwe ya xirab fireh bike." "Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê, di bang û daxwazên wan yên jibo reformê de bi gelê Lubnanê re ye û dê berdevamî erka xwe bi kar bîne li dijî kesên zordarîyê û karê xirab ji wan dikin.