Accessibility links

Breaking News

Keştîyên Genimhilgir ji Ukrayna bi Rê Ketin


Ji destpêka dagîrkirina Ukrayna ji alîyê Rûsyayê ve li meha Sibatê, bo cara yekê gemîyên bazirganî yên ku dexlûdan, anku ceh û genimê, Ukraynî hildigrin, bi ewlehî ji Deryaya Reş derketin.

Keştîyên Genimhilgir ji Ukrayna bi Rê Ketin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

Ji destpêka dagîrkirina Ukrayna ji alîyê Rûsyayê ve li meha Sibatê, bo cara yekê gemîyên bazirganî yên ku dexlûdan, anku ceh û genimê, Ukraynî hildigrin, bi ewlehî ji Deryaya Reş derketin. Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got ku ev yek hêvîyekê bi xwe re tîne ku bi milyonan tonên dexlûdan ku li bênderên Ukrayna asê mane, bigihêjin wan kesên ku rastî kêmasîyên xwarinê li seranserê cîhanê tên. Blinken pesna Neteweyên Yekbûyî û Tirkîyê di pêkanîna vê gavê de da.

Lê Blinken hişyarî da ku “ev tenê gava yekê ye.” Cîhanîna domkirî ya rêkeftina 21ê Tîrmehê ku ji alîyê NY ve hatiye kirin girîng e jibo baştirkirina ewlekarîya xwarinê li derdora cîhanê.

Rûsya û Ukrayna du hilbinerên cîhanî yên dexlûdanê ne, lê dagîrkirina Moskow ya cîrana wê bû sedem ku buhayên xwarinê bilind bibin û krîzeke xwarinê ser asta navnetewî derkeve. Vî şerî derfirotinên Ukrayna rawestandîye û dora 20 milyon tonên dexlûdanê li bêndera Odesa asê hiştîye.

Di salên dawî de birçîtîya cîhanî zêde bûye. NY texmîn dike ku di navbera salên 2018 û 2021ê de hejmara kesên ku li nav ne ewlekarîyeke bilind ya xwarinê dijîn ji 108 milyon gihiştîye 193 milyonan. Li konferansa bi navê Yekbûna jibo Ewlekarîya Cîhanî ya Xwarinê ku vê dawîyê li Berlînê pêk hat, Wezîrê Derve Blinken got ku pêşbînî dîyar dikin ku dagîrkirina Rûsya ya Ukrayna dibe ku 40 heta 50 milyon kesên din jî têxe asta ne ewlekarîya xwarinê.

Rêkeftina ku di navbera Rûsya û Urkayna de hatiye îmze kirin dê alîkarîya derxistina derfirotinên dexlûdanê yê Ukrayna bi rîya Deryaya Reş bike.

Blinken bang li Rûsya kir ku prosesa “derxistina berhemên çandinîyê ji Deryaya Reş hêsan bike. Wî got ku Rûsya herwiha divê êrîşên xwe rawestîne, ewên êrîşên ku zevî û binesazîya çandinîyê li Ukrayna wêran dikin.” Blinken herwisa got ku “madem Rûsya dijminahîya xwe didomîne, dê gelê Ukrayna û kesên herî lawaz li cîhanê dê bi berdewamî jiber encamên vê dijmintîyê biêşin.”

XS
SM
MD
LG