Accessibility links

Breaking News

Di Şerê Dijî COVID-19’ê de Alîkarîya jibo Cîhanê


Koma demokrasîyên ku wekî G7 + têne zanîn, di hilcivîna xwe ya vê dawîyê de, li Brîtanya soz da ku bi kêmî ve 870 mîlyon dozên vaksîna COVID-19 parve bike.

Di Şerê Dijî COVID-19’ê de Alîkarîya jibo Cîhanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00
Direct link

Koma demokrasîyên ku wekî G7 + têne zanîn, di hilcivîna xwe ya vê dawîyê de, li Brîtanya soz da ku bi kêmî ve 870 mîlyon dozên vaksîna COVID-19 parve bike.

Ew dozên vaksînê digel pabendîyên ji Sibata 2021’an vir ve hatiye bicîh kirin, di sala pêş de wê bibe pirtirî yek mîlyar doz û Amerîka dê alîkarîya nîvê wan dozan bike.

"Rêberên G7 di daxuyanîyekê de gotin:" Girîngkarîya me ya navnetewî lezkirina belavkirina vaksînên bi ewle û bibandor, bo desxistinê hêsan û bi erzanî ye jibo welatên herî xizan û bal kişand ser rola parastina berfireh wekî xizmeta giştî ya cîhanî."

Serok Biden pêşwazîya pabendîya dîrokî kir ku piştî daxuyanîya wî ya berê lûtkeyê rû daye, û got ku Amerîka dê nîv mîlyar vaksîna COVID-19 ya Pfizer/BioNTech bikire da ku bo nêzî sed netewan û aborîyan bê pere bide. Ji wan 92 welat xwedî dahata kêm û ya navîn in ku di şerê dijî wê pandemîyê de gelek pêwîstîya wan bi vaksînê heye. Wekî Serokî dîyar kir, Amerîka kirîn û bexşîna herî mezin ya vaksîna COVID-19’ê pêk tîne heta nûke tenê ji alîyê welatekî ve hatye kirin.

Serok Biden got, "Ew nîv mîlyar derzî demûdest piştî hilbirîna wan dê di Tebaxê de werin şandin." "Ji wan dozan du sed mîlyon dê îsal û 300 mîlyonên din jî dê di şeş mehên pêşîyê yên 2022’yan de werin belav kirin."

Amerîka pabendîya xwe ya bexşandina nîv mîlyar dozên vaksîna COVID-19 ya Pfizer jibo şerê cîhanî re radigihîne. Berê jî Serok Biden ragihandibû ku ewê bi kêmî ve 80 mîlyon dozên vaksînê û 2 mîlyar dolar piştgirî bidin COVAX, ku mekanîzmaya navnetewî jibo gihandina vaksînên ewle û bibandor yên COVID-19 e.

Sozên nû ji alîyê welatên G7 ve hatine ragihandin tê vê wateyê ku ji sala 2020’an ve, hevparên G7 pabendîya xwe bo fînanse kirin û peydakirina zêdeyî 2 mîlyar vaksînan bo cîhanê dîyar kiriye. G7 di heman demê pabend e ku di salên 2021 û 2022’yan de, bi rêya hevparîyê wekî Quad Vaccine Partnership ya Amerîka, Avustralya, Hîndistan û Japonyayê, bi kêmî ve hilberîna xwecîhî ya 1 mîlyar dozên ewle û bi bandor berfireh bike.

Serok Biden dîyar kir ku di nav hevparên G7 de lihevkirineke zelal heye ku pabendîyên wan yên vê dawîyê ne nîşana bidawîbûna hewildanên wan yên têkbirina COVID-19’ê yê. Wî ragihand ku ew hewila wan dê bibe projeyeke domdar ya dirêjdemî.

XS
SM
MD
LG