Accessibility links

Breaking News

Biryara Dîrokî Karanîna Çekên Kîmyayî ji alîyê Esad ve Şermezar Dike


Welatên Yekbûyî û 45 hev-sponsoran di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ya Konferansa Dewletên Alîgir anîn serketî bûn di şermezarkirina rejîma Beşar el-Esad li Sûrîyê jibo berdewam bikaranîn û xwedîbûna çekên kîmyayî.

Biryara Dîrokî Karanîna Çekên Kîmyayî ji alîyê Esad ve Şermezar Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

Di dengdaneke dîrokî de, Welatên Yekbûyî û 45 piştgirên di Desteya Karîger ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) di şermezarkirina rejîma Beşar Esad li Sûrîyê jibo berdewam bikaranîn û xwedîkirina çekên kîmyayî de serketî bûn. Çekên bi vî rengî binpêkirina pêgirîyên Sûrîyê yên li gorî Peymana Çekên Kîmyayî ye.

Biryar bi dengdana 87 welatan ya erênî û tenê 15 dijî hate qebûl kirin. Ji bilî şermezarkirina karanîna çekên kîmyayî ya Sûrîyê, ew hinek maf û îmtîyazên Sûrîyê yên di bin peymanê de digire, rawestîne – bi taybetî mafê wê yê dengdanê. Ev maf dê bwere vegerandin, tenê dema ku rêveberê giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ragihîne ku Sûrîyê hinek bergirî bi cîh anîne.

Wek mînak, berdevkê Wezareta Derve Ned Price got, "Divê Sûrîye hemî mijarên neçareserkirî yên derbarê daxuyanîya destpêkê ya stok û bernameya xwe ya çekên kîmyayî çareser bike."

Dengdan piştî belavkirina du raporên Tîmên Lêkolîn û Nasnameyê yên OPCW çêbû ku di sala borî de bi fermî hikûmeta Sûrîyê bi êrîşên çekên kîmyayî yên salên 2017an û 2018an ve girêdide. Wan raporan destnîşan kir ku Sûrîyê berdewamî gaza jahrîn bi kar anîye, piştî ku rejîma Esad dest ji karanîna wan berdabû û stoka rejîmê ya ragihandî jibo îmhakirinê radest kiribû. Welatên Yekbûyî bi xwe dinirxîne ku rejîma Esad piştî sala 2013an bo CWC qebûl kirî bi kêmî ve 50 caran çekên kîmyayî bi kar anîye.

Cara yekê ye ku li OPCW dijî welatekî çalakîyek wisa tê kirin. "Welatên Yekbûyî pêşwazîya biryara OPCW dike û pabendîya domdar ya civaka navnetewî ya jibo parastina norma navnetewî dijî karanîna çekên kîmyayî silav dike," peyvdar Price got.

"Karanîna çekên kîmyayî ji alîyê her dewletekê ve jibo hemîyan gefa metirsîya ewlehîyê ya nayê qebûl kirin çêdike."

XS
SM
MD
LG