Accessibility links

Breaking News

Peymana Aştîya Rojhilata Navîn ya Dîrokî ya Navbera Îsraîl û MYE


Serok Donald Trump peymanek aştiyê ya dîrokî di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî da pêk anî. Ew yekem peyman e ku di 25 salan da têkiliyên di navbera Îsraîl û welatek mezin yê Ereban da normal dike.

Peymana Aştîya Rojhilata Navîn ya Dîrokî ya Navbera Îsraîl û MYE
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00
Direct link

Serok Donald Trump peymanek aştiyê ya dîrokî di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî da pêk anî. Ew yekem peyman e ku di 25 salan da têkiliyên di navbera Îsraîl û welatek mezin yê Ereban da normal dike. Hêvî ew e ku zêdetir welatên Ereb û Misilman dû pêşengîya Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî (MYE) biçin û têkilîyan digel Îsraîlê normal bikin.

Dê peyman, wekî Peymana Îbirahîmî were zanîn, jiber ku kesayetîya Îbrahîmî ya di Încîlê da wekî babê sê olên sereke, Yahûdî, Krîstîyanî û Îslamê li herêmê têt zanîn. Her wekî Balyozê Welatên Yêkgirtî yên Amerîkayê yê Îsraîlê David Friedman diyar kirî, "Çi kes potansîyela yekîtiyê di nav wan sê baweriyên mezin da ji Îbrahîmî çêtir temsîl nake."

Peymana Îbrahîmî jibo Misilmanên li seranserê cîhanê ku dixwazin bihên li Mizgefta Al Aqsa li Orşelîmê nivêjan bikin, serkeftinek gelek girîng e, jiber ku ew êdî nûke dê bişên rasterast ji Abu Dabî, paytextê Mîrgehên Yêkgirtî yên Erebî, bifirin bo Tel Avivê. Teşwîqkirina serdanên zêdetir, dê bibe alîkar ku berê tûndrêyan bigre ku dibêjin mizgevta Al Aqsa di bin êrêşê da ye û Misilman nikarin li wî cihê pîroz nivêjan bikin.

Her wekî Serok Trump di serdana xwe ya yekem da bo Rojhilata Navîn, di sala 2017an da dîyar kirî, "pirsgirêkên Rojhilata Navîn dikarin bihên çareser kirin, tenê dema ku mirovên hemî bawerîyan xir bibin, li dijî tundrêwtîya îslamî derbikevin û jibo mirovên hemî bawerîyan li derfetên aborîyê bigerin."

Di çarçova peymana aşitîyê da, Îsraîl û Mîrîtîyên Yekgirtî yên Erebî dê balyozxanan vekin, balyozan rêkin bo yek û du û destpê hevkarîyeka berfireh bikin li ser tûrîzmê, perwerdê, tenduristîyê, bazirganî û ewlehîyê.

Di dawiyê da, Peymana Îbrahîmî bingehê peydakirina aştîyek domdar di navbera Îsraîl û Fîlîstîniyan da ava dike.

Serok Trump got, "Armanca me, aştî, ewlehî û jînfrehî ye li wê herêmê û li cîhanê. Daxwaza me hevpeymanîya netewan e ku armanca wan têkbirina tundrewîyê be û jibo zarokên me li ser rêya Xwedê paşerojek hêvîdar dabîn bike.”

XS
SM
MD
LG